Nêçîrvan Barzanî û şandeke Amerîkî tekezî li ser çareserkirina kêşeyên Hewlêr û Bexdayê li gor destûrê dikin

Serokê Herêma Kurdistanê û Cîgira Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê yê karûbarên Rojhilata Navîn, tekezî li ser çareserkirina kêşeyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de li gor destûr, yasa û rêkeftinan dikin.

15 Çile 2025 - 14:29
15 Çile 2025 - 14:29
 0
Nêçîrvan Barzanî û şandeke Amerîkî tekezî li ser çareserkirina kêşeyên Hewlêr û Bexdayê li gor destûrê dikin

Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 15.01.2025an li Hewlêrê, pêşwazî li Cîgira Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê yê karûbarên Rojhilata Navîn Victoria Taylor û şanda pê re kir.

Di civînê de peywendiyên Amerîkayê bi Iraq û Herêma Kurdistanê re, peywendiyên Hewlêr û Bexdayê, hewlên pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, rewşa siyasî ya Iraqê û pêşhatên dawî yên navçeyê hatin gotûbêjkirin û herwesa di hevdîtinê da, li ser guhertin û pêşketinên li Sûriyê danustandina bîr û ramanan kirin.”

Her du alî li ser girîngiya çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê da li gor destûr, yasa û rêkeftinan hemfikir bûn û tekez li ser parastina aramî û seqamgîriya navçeyê û nebeşdarbûna Iraqê di alozî û pevçûnên Rojhilata Navîn de kirin.

 

Ev nûçe bi tevahî 706 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 23:45:30