Nêçîrvan Barzanî û Stephen Hitchen: Divê partiyên Kurdistanê yekdeng û yekrêz bin

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, li Hewlêrê, Balyozê Brîtanyayê yê Îraqê Stephen Hitchen qebûl kir.

9 Cotmeh 2023 - 09:29
9 Cotmeh 2023 - 09:29
 0
Nêçîrvan Barzanî û Stephen Hitchen: Divê partiyên Kurdistanê yekdeng û yekrêz bin

Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser vê hevdîtinê daxuyeniyek da.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, her du aliyan behsa “girîngiya yekdengî û yekrêziya aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê kir.”

Barzanî û Stephen Hitchen herwiha da zanîn ku “Divê aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê li Bexdayê yekdeng û yekhelwest bin.”

Di civîna Serokê Herêma Kurdistanê û Balyozê Brîtanyayê yê Îraqê de mijarên wekî “hevkariya Brîtanyayê bi Îraq û Herêma Kurdistanê re” û “rewşa siyasî ya Îraqê” hatin nirxandin.

Herwiha li ser mijarên “pêwendî û pirsgirêkên Hewlêr-Bexdayê, rewşa Herêma Kurdistanê û pirsgirêkên ku li ber deriyê wê ne” hatin guftûgokirin.

Xeyn ji van babetan, çend xalên wekî “pêwendiyên Îraq û Herêma Kurdistanê yên bi welatên cîran re, rewşa Sûriyeyê, rewşa Kampa Holê û girîngiya parastina aramiyê” jî hatin gotûbêjkirin.

Ev nûçe bi tevahî 679 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 08:28:28