Necmedîn Kerîm: Bi piştrastî Kerkûk jî dê beşdarî referandomê bibe!

Parêzgerê Kerkûkê Necmedîn Kerîm di civîneke çapemeniyê de ragehand, Kerkûk jî dê beşdarî referandoma serxwebûna Kurdistanê bibe.

16 Gulan 2017 - 10:38
16 Gulan 2017 - 10:38
 0
Necmedîn Kerîm: Bi piştrastî Kerkûk jî dê beşdarî referandomê bibe!

Parêzgarê Kerkûkê ragehand; ‘’Bi piştrastî Kerkûk dê beşdarî referandomê bibe û ji bo vê yekê jî pêwîste hikumeta Iraqê lezê li rizgarkirina Hewîce bike.’’

Necmedîn Kerîm got: ‘’Îsal li Herêma Kurdistanê referandom dê bê kirin û bê goman referandom Kerkûk û deverên din jî ên Kurdistanê digre navxwe û ev jî rêya herî başe ku hemû Cîhan bizane, xelkê Kerkûk û hemû Kurdistanê çi dixwaze.’’

Parêzgerê Kerkûkê got: ‘’Pêwîste hikumeta Îraqê lezê li operasyona Hewîce bike, ji bo ku referandom li wî bajarî jî bê kirin.’’

Ev nûçe bi tevahî 2107 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 20:08:05