Netanyahu: Em naxwazin şerekî dirêj û bêdawî ligel Îranê bikin
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ragihand, êrîşên leşkerî yên li ser Îranê gaveke neçar û pêwîst bûn, da ku rê li ber temambûna binkeyên atomî yên binerd ên Tehranê were girtin.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu îro 3ê Adarê di hevpeyvînekê ligel kanala (Fox News) ya Amerîkî de diyar kir, Tehranê dest bi avakirina sitargehên pir xurt ên binerd kiribû, da ku bernameya xwe ya atomî û mûşekên balîstîk biparêze.
Netanyahu hişyarî da ku eger ev gav niha nehatiba avêtin, Îran dê di nava çend mehên din de binesaziyeke atomî ya wusa ava dikir ku jinavbirina wê "ne gengaz" dibû.
Netanyahu destnîşan kir, tenê çend meh mabûn ku saziyên nû yên Îranê bigihîjin astekê ku li hemberî her cure êrîşên asmanî û mûşekî parastî bin. Herwiha got: "Heger me niha ti biryareke leşkerî li dijî wan binkeyan nedaba, di paşerojê de her gav dê ne gengaz bûya; ji ber ku dem di berjewendiya Tehranê de bû, ne di ya me de."
Serokwezîrê Îsraîlê berevanî di ber biryara êrîşê de kir û tekez kir, ev gav ji bo parastina Îsraîlê hatiye avêtin. Netanyahu got: "Heger me êrîş nekira, bêguman wan dê êrîşî me bikira."
Herwiha Netanyahu rexne li desthilatdarên Tehranê girtin û diyar kir, wan ti wane ji "şerê 12 rojan" wernegirtine û berdewam gef xwarine.
Derbarê paşeroja şer de, Netanyahu dilniyayî da ku welatê wî naxwaze şerekî dirêj û bêdawî ligel Îranê bimeşîne. Herwiha diyar kir ku Îsraîl dê rêkarên pêwîst bigire da ku di demeke herî nêz de dawî li vê rewşê were.
Li ser pirsa guhertina rejîma li Tehranê, Netanyahu helwesta xwe bi vî rengî anî ziman: "Em biryara guhertina desthilatê li Îranê, ji bo gelê wî welatî bi xwe dihêlin."
Nûvekirina herî dawî: 12:46:28






































































































































































