Netanyahu naxwaze Trump F-35an bide Tirkiyeyê
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ji bo daxuyaniya Serokê Amerîkayê Donald Trump a li ser rakirina cezayên CAATSAyê yên li ser Tirkiyeyê dilgiran e û naxwaze Trump F-35an bide Tirkiyeyê.
Netanyahu diyar kir ku eger Amerîka balafirên şer ên F-35 bide Tirkiyeyê dê "hevsengiya hêzê ya li Rojhilata Navîn têk here."
Netanyahu di hevpeyvîneke li gel televîzyona CNNê de destnîşan kir ku wî berî Lûtkeya 36an a NATOyê çend caran bi Trump re hevdîtin kiriye û xwestiye Tirkiye tevlî bernameya F-35an neyê kirin.
Donald Trump li Enqereyê li gel Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan daxuyaniyek dabû rojnamegeran û gotibû, “Em naxwazin li ser dostên xwe cezayan deynin” û eşkere kiribû ku ew dê li ser rakirina cezayên CAATSAyê û dayîna balafirên F-35 bifikirin.
Netanyahu ji van daxuyaniyan aciz bû û diyar kir ku "Tirkiye ji bo Amerîkayê bi temamî ne hevalbendeke mînak e."
Netanyahu li ser “dostaniya Trump û Erdogan” jî got:
“Her kes bi vê yekê dizane; hebûna dostaniyeke kesane ya di navbera Serok Trump û Serokkomar Erdogan de Tirkiyeyê ji bo Amerîkayê nake welatekî dost.”
“Gaveke wiha dê hevsengiyê têk bibe”
Serokwezîrê Îsraîlê li dijî dayîna balafirên şer ên F-35 derket û anî zimên ku gaveke wiha dê "hevsengiya hêzê ya li Rojhilata Navîn xera bike."
Netanyahu her wiha got, “Eger ez li şûna Trump bûma, min F-35 nedidan Tirkiyeyê.”
Benjamin Netanyahu destnîşan kir ku her çi qasî li ser mijara Îranê hinek nakokiyên wan hebin jî ew û Trump di "mijarên mezin de her tim hevraman in."
Netanyahu li ser paşeroja Îranê jî ev nirxandin kir: “Hîn gelekî zû ye ku mirov bibêje dê bi Îranê re çi bibe.”
Nûvekirina herî dawî: 22:56:12