Neteweyên Yekbûyî ji bo Îsraîl û Filistînê piştgiriya çareseriya du dewletî dike
Konseya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) "Daxuyaniya New Yorkê" pesend kir ku armanca wê vejandina çareseriya du dewletî ya ji bo Îsraîl û Filistînê ye.

Neteweyên Yekbûyî bi piraniya dengan piştgiriya xwe ragihand ku di paşerojê de Filistîn wekî dewleteke serbixwe were naskirin lê bi wî mercî ku Hemas ti rolên wê tê de nebin.
142 welatan dengê erê da daxuyaniyê.
Îsraîl û hevpeymana wê Amerîka jî di nav de 10 welatan dengê na da û 12 welatên din jî bêalî man.
Daxuyanî Hemasê bi awayekî eşkere şermezar dike û banga çekdanînê lê dike.
Berê Îsraîlê rexne li Neteweyên Yekbûyî digirt ku tevgera Filistînî li hemberî êrişa 7ê Çiriya Pêşîn a 2023yan bi awayekî eşkere şermezar nekiriye.
Daxuyaniya ku ji aliyê Fransa û Erebistana Siûdî ve hat pêşkêşkirin, ew hincet nehişt.
Gav bi fermî wekî "Daxuyaniya New Yorkê ya ji bo Çareserkirina Aştiyane ya Pirsgirêka Filistînê û Pêkanîna Çareseriya Du Dewletî" tê binavkirin.
Daxuyaniya New Yorkê dibêje, "Pêwîst e Hemas hemû dîlan berde" û Konseya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî "wan êrişên ku Hemasê 7ê Çiriya Pêşîn li dijî xelkê sivîl pêk anîn" şermezar dike.
Her wiha "ji bo bidawîanîna şerê li Xezeyê, bidestxistina çareseriyeke dadperwerane, aştiyane û berdewam ji bo şerê Îsraîlî û Filistîniyan bi piştbestina li ser pêkanîna çareseriya du dewletî" banga "kareke hevpar" dike.
Daxuyaniya ku welatên Yekîtiya Ereban piştgiriyê didinê daxwaz dike ku Hemas di paşerojê de ti rolên wê di birêvebiriya Xezeyê de nebin.
Di belgeyê de hatiye gotin:
"Ji bo bidawîanîna şerê li Xezeyê, pêwîst e Hemas dawî li desthilatdariya xwe ya li Xezeyê bîne û çekên xwe radestî desthilata Filistînê bike, bi piştgirî û karê navneteweyî, bi armanca damezirandina dewleteke serwer û serbixwe ya Filistînê."
Dengdan beriya lûtkeya Konseya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî hat kirin ku bi serokatiya Parîs û Riyadê 22yê vê mehê li New Yorkê tê lidarxistin.
Serokê Fransayê Emmanuel Macron soz daye ku di wê civînê de bi fermî dewleta serbixwe ya Filistînê nas bike.
Nûvekirina herî dawî: 13:04:18