Li 6 parêzgehên Bakurê Kurdistanê rêyên 532 gundan hatin girtin

Li parêzgehên Wan, Mûş, Colemêrg, Bêdlîs, Çewlig û Sêrtê yên Bakurê Kurdistanê, ji ber berfê rêyên 532 gundan hatin girtin.

05.01.2024, Cum - 12:19

Li 6 parêzgehên Bakurê Kurdistanê rêyên 532 gundan hatin girtin
Nuçe Belav bike

Li gelek herêmên Bakurê Kurdistanê, berf û şilî berdewam dikin û bandoreke xirab li jiyana rojane dikin.

Li Wanê rêyên 234 gundan hatin girtin

Li Wanê ji şeva borî ve berf dibare û herêmên bilind ên bajêr di bin berfê de man.

Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ragihand ku li parêzgehê ji ber keşûhewaya xirab rêyên 234 gundan hatine girtin.

Tîmên Şaredariya Bajarê Mezin û tîmên 11emîn Rêveberiya Herêmê ya Rêyênbêjahî, ji bo vekirina rêyan xebatên xwe berdewam dikin.

Li Mûşê rêyên 75 gundan hatin girtin

Li parêzgeha Mûşê jî piştî barana gur a doh berfê dest pê kir.

Sekreterê Giştî yê Îdareya Taybet a Mûşê Şeyhmus Yentur ragihand ku li tevahiya parêzgehê ji ber berfa zêde rêyên 75 gundan hatine girtin.

Şeyhmus Yentur got, “Ji bo ku welatî mexdûr nebin tîmên me xebatên xwe berdewam dikin û ji bo rêwşên bilez jî tîm hatine amadekirin.”

Li Colemêrgê rêyên 4 gundan hatin girtin

Îdareya Taybet a Colemêrgê ragihand, ji ber berfê rêyên 4 gundên ser bi navendê ve hatine girtin û xebatên vekirina rêyan hatine destpêkirin.

Tîmên Rêveberiya Rêyênbêjahî jî li ser rêya Gever û Şemzînanê li Geliyê Harûnayê berfê paqij dikin.

Li Bedlîsê rêyên 44 gundan hatin girtin

Rêvebirê Xizmetên Rê û Veguhestinê ya Îdareya Taybet a Bêdlîsê Umit Kurtkan ragihand, li tevahiya parêzgehê ji ber berfa zêde rêya 44 gundan hatiye girtin.

Umit Kurtkan diyar kir ku xebatên vekirina rêyan berdewam in.

Li Bêdlîsê tîmên şaredariyê û Rêveberiya Rêyênbêjahî jî berfa li cade û kolanan paqij dikin.

Li Çewlîgê rêyên 173 gundan hatin girtin

Li gorî Rêveberiya Îdareya Taybet a Çewlîgê rêyên 173 gundên girêdayî navend û navçeyên parêzgehê ji ber berfê hatine girtin.

Li Sêrtê rêyên 2 gundan hatin girtin

Herwiha rêyên 2 gundên girêdayî navçeya Şîrwanê ya Sêrtê ji ber berfê hatine girtin.

Li Wanê ji ber berfê dibistan hatin girtin

Ji aliyê din ve li parêzgeha Bêdlîsê û navçeyên Miks, Mehmûdiye û Bêgirê yên parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, îro ji ber berfê dibistan hatin girtin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 252 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:28:26
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x