'Îran serxwebûna Kurdistanê qebûl dike!'

Serokê Civata Siyasî û Cemawerî yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Dr. Hadî Elî got, ku di dema hevdîtinên li Tehranê de wan ji berpirsên Îranê re behsa serxwebûna Kurdistanê kirine. Dr. Hadî Elî eşkere kir, ku berpirsên Tehranê jî diyar kirine, ku ew dikarin bi şert serxwebûna Kurdistanê qebûl bikin.

20.02.2017, Pts - 07:22

'Îran serxwebûna Kurdistanê qebûl dike!'
Nuçe Belav bike

Serokê Civata Siyasî û Cemawerî yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Dr. Hadî Elî got, ku di dema hevdîtinên li Tehranê de wan ji berpirsên Îranê re behsa serxwebûna Kurdistanê kirine. Dr. Hadî Elî eşkere kir, ku berpirsên Tehranê jî diyar kirine, ku ew dikarin bi şert serxwebûna Kurdistanê qebûl bikin.

Hefteya derbasbûyî şandekî bilind ê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê bi serokatiya Sekreterê Giştî Selehadîn Bahadîn serdana Tehranê kir û ligel Serokê Parlamentoya Îranê Elî Larîcanî, Şêwirmendê Rehberê Olî yê Îranê Elî Ekber Wîlayetî û herwiha hejmareke din ê berpirsan civiya.

Wîlayetî gilî li Yekgirtû kirine

Endamê şanda Yekgirtûya Îslamî Serokê Civata Siyasî û Cemawerî yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Dr. Hadî Elî derbarê naveroka hevdîtinan de ji Rûdawê re got:

“Îraniyan bi giringiyeke mezin guh dan axaftinên me. Di guftûgoyan de bi sergirtî giliya me jî kirin û gotin ku hûn derneg hatine Îranê û yan jî kêm caran tên Îranê. Bi teybetî jî Şêwirmendê Rehberê Olî yê Îranê Elî Ekber Wîlayetî daxwaz kir, ku şandên me careke din serdana Tehranê bike.

Ji aliyê protokol û rûmala medyayî ve Îranê giringiyeke mezin da serdana şanda Yekgirtûya Îslamî. Endamê şandê Yehya Rîşawî jî ji Rûdawê re got:

“Di protokol û rûmala medyayî de asteke bilind hebû. Ev yek jî tê wateya giringîdayîna pêgeha Yekgirtûya Îslamî li Herêma Kurdistanê û Iraqê. Ji ber ku îranî pêgeha me ya aştiya civakî û pêwendiyên me yên ligel piraniya aliyên sunne û şîe yên Iraqê û herwiha liyên din ên Kurdistanê fêm dikin.”

Bêyî Tevgera Goran nebe

Li gorî daxuyaniya ofîsa Serokê Şûraya Îslamî ya Îranê Elî Larîcanî, Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî Selahadîn Bahadîn di dema hevdîtinan de, derbarê çareseriya pirsgirêkên navxwe yên Herêma Kurdistanê de gotiye; “Ji ber nakokiyên navxweyî parlamento ji kar ketiye. Lê niha em hewl didin careke din parlamentoyê aktîf bikin. Ev yek jî bi çareserkirina nakokiyan û lihev nêzîkkirina nêrînên aliyan dibe.”

Serokê Civata Siyasî û Cemawerî yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Dr. Hadî Elî jî got:

“Me ji Îraniyan xwest ku jib o çareseriya pirsgirêkên navxwe yên Herêma Kurdistanê, bêyî cudakirina aliyan rola xwe zêdetir bikin. Ji ber pêwndiyên xwe yên ligel aliyan, Îran dikare rolekî erênî bilîze.”

Li gorî gotina Dr. Hadî Elî berpirsên Îranê jî ji wan xwestine hewlên xwe yên lihev nêzîkirina aliyên kurdî berdewam bikin.”

Herwiha berpirsên Tehranê diyar kirine, ku çareseriya pirsgirêkên Herêma Kurdistanê bêyî Tevgera Goran ne hêsan e. Lewma jî, Tevgera Goran jî di nav de, her 5 partiyên sereke (PDK, YNK, Goran, Yekgirtû û Komela Îslamî) bi hev re hewla çareseriyê bidin.

Şand ligel Mescîdî jî civiyaye

Li gorî zanyariyên Rûdawê şanda Yekgirtûya Îslamî ligel fermandarê bilind ê Sûpaya Qudis Îrec Mescîdî jî civiye. Îrec Mescîdî destê rastê Qasim Silêmanî ye û weke balyozê nû yê Îranê li Bexdayê hatiye destnîşankirin.

Mescîdî ev 30 sal e ligel partiyên kurd di nav pêwendiyan de ye û li gel îraniyan weke “endazyarê pêwendiyên PDK û YNKê” tê naskirin. Îrec Mescîdî beriya niha li Hewlêrê serdana Yekgirtûya Îslamî kiribû û ew vexwendibûne Tehranê.

Îranî dixwazin piştrast bin

Di hevdîtina şanda Yekgirtûya Îslamî ya ligel berpirsên Tehranê de mijara serxwebûna Kurdistanê jî hatiye rojevê.

Ofîsa Elî Ekber Wîlayetî derbarê naveroka hevdîtinan de daxuyand, “Selahadîn Bahadîn piştgirî dide yekparçebûna xaka Iraqê. Komara Îslamî ya Îranê jî bi hemû awayî piştgirî dide yekparçebûna xaka Iraqê, ku kurd, şîe û sunne di nav de bi hev re dijîn.”

Rojêk piştî ji vegera Îranê Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî Selahadîn Bahadîn ragihand; “Ji bo Iraq serkeftî be, divê pêwîstiyên destûrê bicîh bike. Eger destûr neyê cibicîkirin, rêyên din tên pêş me. Me ji Îranê re jî gotiye, mafê hemû gelan heye çarenivîsa xwe diyar bikin. Bi guncawbûna şert û mercên navdewletî mafê me jî yê diyarkirina çarenivîsa xwe heye.”

Serokê Civata Siyasî û Cemawerî yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Dr. Hadî Elî jî di vê mijarê de got:

“Me bi eşkere got, eger Bexda pabendê destûrê nebe, mafê Herêma Kurdistanê ye, ku bijardeyên din hilbijêre û bi teybetî jî serxwebûnê. Wan jî got, ku eger pirsgirêk bi aştiyane bê çareserkirin, serxwebûna Kurdistanê ji bo Îranê nabe gef û ew dikarin xweşbîn bin. Lê me hest pê kirk u ew di vê mijarê de ne piştrast in û lewma garantiyê dixwazin.”

Pêwendiyên Yekgirtû

Yekgirtûya Îslamî partiyeke îslamî yê nerm e û ji aliyê hizrî ve nêzîkî Dibistana Birayên Misliman e. Herçend li ser mîhwera welatên sunne, bi taybetî jî Tirkiyê bê hesabkirin, ji aliyê cografya siyasî ve xalên wan ên hevbeş ligel PDKê pir in.

Du roj beriya serdana Îranê Selahadîn Bahadîn li gel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî civiya.

Dr. Hadî Elî jî dibêje, pêwendiyên wan ligel hemû aliyên Herêma Kurdistanê baş in û ew weke hev nêzîkî hemû aliyan dibin. Elî diyar dike, pêweniyên wan ên ligel Tirkiye û Îranê jî baş in û ew dê van pêwendiyên xwe pêşve bibin.

rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 1127 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:06:23
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x