Herêma Kurdistanê rê li balafireke Îranê girt

Rêveberê Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê Ehmed Hoşyar, “Îro firokeyek ji Urmiyê ve hat esmanê Hewlêrê, lê ji ber ku wan pêştir em agahdar nekiribûn û ti muhleteke wan a fermî tune ye û nûnerê wan jî nîne, me rê neda ku firoke rûnê.” eşkerkir.

04.07.2022, Pts - 11:50

Herêma Kurdistanê rê li balafireke Îranê girt
Nuçe Belav bike

Îro balafireke Îranî ji Firokexaneya Navdewletî ya Urmiye ya li Rojhilatê Kurdistanê ve ber bi Hewlêrê ve di geştê de bû, lê rê nehat dan li Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê dane.

Ehmed Hoşyar di daxuyaniyekê de bo Rûdawê got, “hatibû plankirin ku yekemîn geşta esmanî di navbera Urmiye-Hewlêrê de û berovajî bê kirin, lê belê ji ber ku pêştir em ji hatina wê firokeyê nehatibûn agahdarkirin, me rê neda ku ew firoke li Firokexaneya Hewlêrê rûnê.”

Rêveberê Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê diyar kir, “Me berê ew agahdar kiribûn ku divê nûnerê wan li Firokexaneya Hewlêrê hebe û destûra fermî ji me re bînin.”

Derbarê wê yekê de ku gelo piştî rê nehat dan firoke li Firokexaneya Hewlêrê dane, ew firoke vegeriyaye Urmiye yan na? Rêveberê Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê da zanîn, “Em nizanin firokeyê çi kiriye û ber bi kuderê ve çûye, me desthilata firokexaneiya sivîl a li Iraqê amade kirine û ew biryarê didin ku firoke vedigere bo Urmiyê yan li cihekî din dimîne.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 441 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:59:06
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x