Li hember kêlgeha gazê ya Kormorê êrişa roketî pêk hat

Îro carek din êrîşeke roketî li dijî kêlgeha gazê ya Kormorê hat encamdan, ku ev di nava hefteyekê de êrîşa duyem e.

24.06.2022, Cum - 11:47

Li hember kêlgeha gazê ya Kormorê êrişa roketî pêk hat
Nuçe Belav bike

Li gor ragihandina zanyariyan êrîşa li kêlgeha gazê ya Kormorê ya li Çemçemalê, bi mûşeka katyoşa hatiye kirin û di kampa kêlgehê de zengilê agahdarkirinê hat lêdan.

Hat ragihandin ku mûşek li nava kampa kêlgehê ketiye xwarê û agir bi pûş û qirşikan ketiye.

Kompaniya Dana Gas a Îmaratî duh di daxuyaniyekê de ragihandibû, di êrîşa mûşekî de ku bi ser kêlgeha gazê ya Kormorê ya li Herêma Kurdistanê hat kirin, du karmendên wan bi sivikî birîndar bûne.

Li ser êrîşa îro, Rêveberê Nahiya Qadirkerem, Sidîq Mihemed ragihand, mûşek ji heman wê deverê hatiye avêtin ku roja roja çarşema borî, bi heman şêwe mûşek hat avêtin.

Sidîq Mihemed eşkere kir, ji bilî şewata pûş û qirşikan, ti ziyaneke canî derneketiye holê.

Kompaniya Dana Gas, li nahiya Qadirkerem a li sînorê navçeya Çemçemal a ser bi Silêmaniyê kar dike.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 441 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:48:30
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x