Serok Barzanî û Mihemed Hacî Mehmûd rewşa Herêma Kurdistanê û Iraqê gotûbêj kirin
Serok Barzanî û Serokê Partiya Sosyalîst a Demokrat a Kurdistanê rewşa dawî ya siyasî ya Iraqê û pêwendiyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqa Federal de gotûbêj dikin.
01.10.2023, Paz - 15:15
Nuçe Belav bike
Serok Mesûd Barzanî îro 1ê Cotmeha 2023an, pêşwazî li Serokê Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê Mihemed Hacî Mehmûd kir.
Li gorî baregeha Barzanî, Di hevdîtinê de gotûbêj li ser pêşhatên dawî yên siyasî yên Iraqê, pêwendiyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqa Federal de û rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê hatin kirin.
Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 546 kes dît. Rojanekirina Dawî:20:26:38