Amerîka balafirên şer dişîne Rojhilata Navîn

Berpirsên birêvebiriya Trump ragihand ku Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) biryar daye ku hêzeke zêdetir û balafirên şer ên zêdetir bişîne Rojhilata Navîn.

18.06.2025, Çar - 10:15

Amerîka balafirên şer dişîne Rojhilata Navîn
Nuçe Belav bike

Sê berpirsên Amerîkî ji ajansa Reutersê re ragihand ku Artêşa Amerîkayê balafirên şer ên zêdetir li Rojhilata Navîn bi cih dike û dema mana balafirên din ên şer jî dirêj dike.

Her wiha, yek ji berpirsên Amerîkî got, "Ev şandin, balafirên şer ên ji corên F-16, F-22 û F-35an li xwe digire."

Du ji berpirsên Amerîkî ragihand dibe ku Amerîka keştiyên şer ên xwedî şiyana xistina muşekên balîstîk, bişîne Deryaya Spî.

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) jixwe xwedî hêzeke berbiçav e li Rojhilata Navîn, ku nêzîkî 40 hezar leşker li herêmê hatine bicihkirin, ligel sîstemên parastina esmanî, balafirên şer û keştiyên şer ên ku xwedî şiyana destnîşankirin û xistina mûşekên pêşketî ne.

Ev biryara Wezareta Parastinê ya Amerîkayê di demekê de ye ku Serokê Amerîkayê Donald Trump, îşev bi dema Hewlêrê, li gel tîma xwe ya ewlehiya niştimanî û şêwirmendên payebilind li Koşka Spî dicivin da ku li ser beşdarbûn an jî nebeşdarbûna di şerê navbera Îsraîl û Îranê de û piştgiriya Îsraîlê di wî şerî de biryarê bidin.

Îro di dema serdana xwe ya ji bo wan cihên ku li bajarê Tel Evîvê ketibûn ber êrişên Îranê, Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz, cara yekem li xwe mukir hat ku Amerîkayê di rûbirûbûna êrîşên mûşekî yên Îranê de alîkarî li wan kiriye.

Îsraîlê 13ê Hezîranê dest bi êrişên xwe yên li ser Îranê kir û ragihand ku armanc ji wê operasyonê, nehiştina bernameya atomî û şiyanên mûşekî yên Îranê ye.

 

Vî nûçeyê tevayî: 78 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:16:07
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x