Newroza Rojhilatê Kurdistanê bi durişmeya Jin, Jiyan, Azadî birêve çû

Li Rojhilatê Kurdistanê Newroza îsal di bin bandora durişmeya (Jin, Jiyan, Azadî) de ku ev çend meh in durişmeya xwepêşanderan bû, birêve çû.

22.03.2023, Çar - 07:18

Newroza Rojhilatê Kurdistanê bi durişmeya Jin, Jiyan, Azadî birêve çû
Nuçe Belav bike

Newroza îsal ya Rojhilatê Kurdistanê di bin silogana “Jin, Jiyan, Azadî” birêve çû. Di Newrozê de gelek peyam hatin belavkirin. Li Sine jî agirê Newrozê ji aliyê dayika Peyman Mînberî ve hate vêxistin. Welatiyên Seqizê jî li gel bavê Jîna Emînî Xetîr bilind kirin û berê xwe dan gora Jîna Emînî. Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî jî di peyama Newrozê de dîsa got, ku xwepêşandan ne mijareke biçûk e û pilaneke dujminan e

Piştî vê peyamê li Sine dayika Peyman Mînberî ku di xwepêşandanan de jiyana xwe ji dest dabû, agirê Newrozê pê xist. Di rêûresmên Newroza îsal de rewşa nerazîbûnê serdest bû.

Li Seqizê jî bavê Jîna Emînî mişxele bi destê xwe bilind kir û li gel xelkê bajêr berê xwe dan gora Jîna.

Li gelek gund û bajaran weke li vir li Pîranşarê, xelkê cemedan bikaranîn û cilûbergên Kurdî li xwe kirin û ala Kurdistanê jî bilind kirin ku bi van hemû sembolan nerazîbûnên xwe nîşan dan.

Her li gundê Kanî Reş ê Bokanê, kesûkarên qurbaniyên xwepêşandanan berê xwe dan gorên wan qurbaniyan. Ev bavê Mihemed Hesen Zade ye.

Hêzên ewlehî li gelek deveran li xelkê dane, weke li vir li gundê Bilwanawî Dêwlan a parêzgeha Sine.

Li Seqizê hêzên ewlehî rûbirûyî berevaniya xelkê bûn, bi taybet li taxa Kerîmawa çend kes birîndar bûn.

Li bajarê Mihabadê di Newrozê de nerazîbûnên berfireh birêve çûn. Hêzên ewlehî û teq li xelkê kirin û hejmareke welatiyan birîndar bûn.

Li Şino jî hejmareke zêde ya xelkê daketine kolanan û dirûşm berz kirin.

Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî di peyama Newrozê de nerazîbûn dîsa weke pilaneke dijminan bi nav kir û got ku xwepêşandan ne mijareke biçûk e û pilana dijminan e, qerebûkirina ziyanên ji ber van tevliheviyan derketine dest pê kiriye

Xelkê Urmiyê jî heta dernegiya şevê bi şahiyan pêşwazî li sala nû kirin.

Li ser çiyayekî Serdeştê jî “Azadî” bi agir hat nivîsandin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 236 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:15:37
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x