PKK ne xaîn e!!!
''Ji dêlva ku em êdî PKK rexne bikin û bêjin xaîntî kiriye, ne rast e. Wê weke erka ku jê re hatibû destnîşankirinê kar kirî ye û dike. Ne li gor berjewendiya kurdan tevgeriya ye û tu caran nagere jî. ''
Hin ji kurd û rewşenbîrên me hê jî rastî fêm nekirine ku pkk ji roja roj de bi destê dewleta kûr ya tirkiyê hatiye damezrandin. Rêxistineke ya dijminan be, ew nabe xaîn. Loma jî PKK tu caran ne xaîn e. Tenha wê erk û wazifeya xwe pêk aniye.
PKK tevgereke ji bona hêjayî, rûmet û qîmeta kurdan binpê bike, Kurdistaneke azad û serbixwe neyê avakirine hatibû damezrandin. Ji ber vê ew nabe xaîn. Wê kar û erka xalanê wê dabûyê pêk anî û tîne. Loma her rêxistineke ku bi serpereştiya wê hatine vekirin, xwe ji nerîn û dîtina pkk dûr nexistine. Yanî ew jî ew e..
Ji dêlva ku em êdî PKK rexne bikin û bêjin xaîntî kiriye, ne rast e. Wê weke erka ku jê re hatibû destnîşankirinê kar kirî ye û dike. Ne li gor berjewendiya kurdan tevgeriya ye û tu caran nagere jî. Ji ber vê êdî tu fêda gotin û nivîsên rexneye tune ye. Ev dîtin ji bona hemî rêxistinên wê jî derbas dibe.
Ha divê em çi bikin? Ji xwe pirs di virde ye. Berî her tiştê divê em weke kurd li gel rewşenbîr û siyasetmedarên xwe, li ser xeteke neteweyî em bi hevre û bi awayekî girseyî Sîwaneke neteweyî li bakurê Kurdistanê vekin. Di bin wê sîwanê de, bibin xwedî medyak xurt. Li ser hêmên rastiyê, nerastiyên pkk li ber çavên xelkê eşkere bikin ku ew nerast in.
Bi vekirina sîwaneke weha em ê bikaribin bi hevre pêşî li baran û tereza dê bibare, bigirin. Tiştên çû helbet em ê bidin dû. Ew jî tahlîlkirin û şirovekirina pkk ji nû de dibe. Rastiya wê bi kiryarên wê yên kirêt bidin zanîn û nasîn.
Em ango piranî dizanin ku heta pkk hebe dê kurd li her çar perçên kurdistanê rehetiyê û aramiyê nebîne. Ji xwe erkekî pkk ew e ku tim li Kurdistanê tevlihevî hebe da ku milet, xelk û gel nikaribin bi rehetî bifikirin. Dema fikir tune be’ rastî jî pêk nayê.
Di rewşen weha de jî dê milet nikaribin rastî û şaşiyan ji hev cûda bikin. Civata li ser destê pkk têk çûbe, êdî zehmete ku mirov tim rexneya li wê partiya ku ew civat û normên civatbûnê têk birine, bike.
Ji ber ku di tekoşîna 30-40 salan de, ya li ser asasê derewan hatibû û tê meşandin û ew derew di nava civatê de weke rastî hatibe nasîn, zehmete ku tu êdî rastiyê bêje. Tu bêjî jî kes û kesayetên di civateke têkçûyî de mezin bû bin, wê ji te bawer nake. Ji ber ku di jiyanî wê/wî de tenê pkk hebûye û dîtiye.
Heger milet ji rastiyê bawer kiriba, hema hema ji roja pkk derketiye û heta niha tim hatiye gotin û nivîsên ku pkk rêxistineke dewletê bi xwe ye. Lê kesan û civatê ji vê bawer nekirin.
Îro jî heman tişt e. Êdî pkk bi xwe jî rastiya xwe dibêje, lê mirîd dibêjin; taktîk in. Dema ku em dibêjin û dinivîsînin, em ji teref civata têkçûyê de weke xaîn têne pênasekirin. Loma jî rastiya em dibêjin û dinivîsînin, dibe weke propaganda pkk bi xwe.
Yanî êdî divê em vê yekê baş fêr bibin ku em çiqasî bêjin pkk ya dewletê ye. Xaîn û xweroşe jî êdî ew ji bona civateke têkçûyî fêde nake.
Di civatên têkçûyê de berî her tiştî berjewendiyên sexsî û rêxistiniyê li pêş ya neteweyî ye. Loma jî kî zikê sexsiyetên vê civata têk çûyê têr bike, ew jî dê li gel wan be. Kî di civateke têk çû yî de desthilat be, xelkê jî li ba wan be.
Ji xwe sedema civateke têkçûyî ev e ku êdî herkes bikaribin li xwe û zikê xwe bifikirin. Ev serê çel salan e ku pkk jî ev kir û civata kurdistaniyan ya xwedî hizrên neteweyî, civakî û durust têk birin.
Li şûna wê civateke ji kesayetiyên pêbawer, zana û durust dûr xistin da ku bikaribe berê xelkê berbi xwe de veke. Di vî warî de jî bi ser ket.
Çareserî:
Divê hemî kurd li gel rewşenbîr, nivîskar, hozan, mele, sêx, axa, siyasetmedar û kesayetiyên wêrek û zana bi hevre ji bona rastkirin û durustkirina civatê tevbigerin.
Weke kurdên bakurê Kurdistanê di bin Sîwanek neteweyî de, bi yekgirtina hemî rengên civatê bi hevre kar kirinê em ê hewl bidin normên civateke têkçûyî lê vegerîne.
Li gor zanîn û kanîna min heta ku em vê nekin, wê ev civata têkçû yî jî bide dû rêxistina ku xêra miletê kurd nexwazî, lê zikê hin ji kesayetiyan têr dike û wê bike.
Loma dibêjim: Êdî pkk hatiye zanîn û nasîn. Yên dengê xwe didinê û wê diparêzin ne ji ber fikra wê ye. Ji ber ku zêkê xwe bi saya wê têr dike. Bi saya wê dibe xwedî meqam û kursî. Li ser destê wê dewlemend dibe. Yanî êdî tenê rant li meydanê ye…
Heta ku em li ser navê yekitiyeke neteweyî bi hevgirtineke wêrek, bi çalakiyên di berjewendiya Kurdistaniyan de kar û xebatê nekin, em ê her wenda bikin. Pêwîst e, em êdî xwe ji rexnekirina pkk dûr bixin û rêyên çareseriya ku em ê çawa bi hevre bi serkevin bibînin, bifikirin.
Rêya wê jî di yekrêzî û yekitiya serkêşên civata têkçûyî de, dikare pêk bê. Lê mixabin hin ji wan serok û rêberên xwe Kurdistanî jî dibînin, xerabene. Nigekî wan li aliyê rant û yek jî li aliyê neteweyî ne. Loma pêwîstiya ku em berê di nava xwe de reformekê pêk bînin, heye. Şaşî û başiyan ji hev cûda bike. Qels û zîrekan weke hev negirin…
Ji ber vê dibêjim ku pkk ne xaîn e. Ew kar û erka xwe tîne cîh. Heger em jî weke serkêş, rêvebir, nivîskar û rewşenbîrên vê civata têkçûyî erka xwe neynin cih, wê roj bê em ê bibin xaîn…
Bûbê Eser
Nêrînên ku di vê gotarê de hatine vegotin, yên nivîskar in û ne mecbûrî siyaseta edîtoriya Nerîna Azad dikin.
Nûvekirina herî dawî: 11:23:22
