Îranê bi 40 mûşekên bipêşketî bersiva êrişa Amerîkayê da

Serokê Amerîkayê Donald Trump fermana êrişa li tesîsên nukleerî yên Îranê da û balafirên şer bi tundî bombebaran kir.

22.06.2025, Paz - 18:38

Îranê bi 40 mûşekên bipêşketî bersiva êrişa Amerîkayê da
Nuçe Belav bike

Piştî êrişa Amerîkayê, Îranê jî berê mûşekên xwe da Îsraîlê.

Êrişa Îranê li Tel Evîva paytexta Îsraîlê bermahî li dû xwe hişt.

Rêzeêrişa Îranê wekî bersiva yekem a êrişa Amerîkayê ya li tesîsên nukleerî yên Îranê ye.

Şêniyê Tel Evîvê Aviad Chernichovsky anî ziman:

“Wêran bûye, her tişt, tiştek nemaye, wekî hûn li pişta min dibînin, her tişt wêran bûye.”

Endamê tîma hawarçûnê ya Îsraîlê Ilan Klein jî da zanîn:

“Li vir, li bakurê Tel Evîvê mûşekek ketiye.

Em li gel tîmên hawarçûnê gihiştin cihê bûyerê, çûn nav avahiyê û me hejmarek birîndar dîtin.

Me ew veguhastin nexweşxaneyê û tîmên hawarçûnê di lêgerîna kesên birîndar de berdewam in.”

Çend demjimêran piştî êrişên Amerîkayê Supaya Pasdaran a Îranê bi 40 mûşekên balîstîk bajarên Tel Evîv û Heyfayê û çend navçeyên din ên Îsraîlê bombebaran kirin.

Medyaya fermî ya Îranê ragihand ku di êrişê de cara yekem e mûşeka Xoremşehrî 4ê bi kar aniye.

Ew mûşek wekî yek ji mûşekên herî mezin ên balîstîk ên Îranê tê zanîn û şiyana wê ya birîna 2 hezar kîlometreyan heye û serikê şer hezar û 500 kîlograman hildigire.

Berdevkê Supaya Pasdaran a Îranê Îman Tacîk da zanîn:

“Pêla 20emîn a operasyona Soza Rast a 3yê bi teqandina hejmarek mûşekan dest pê kir û di vê êrişa me de cara yekem çend serikên ku erdê qul dikin hatine bikaranîn.

Me Balafirgeha Ben Gurionê kir armanc.”

Berî wê êrişê, artêşa Îsraîlê ragihandibû ku heta niha Îranê zêdeyî 950 dron û mûşekên balîstîk ber bi Îsraîlê ve şandine lewma ji xeynî qurbaniyên mirovî, zerer gihiştiye zêdeyî 80 avahiyan.

 

Vî nûçeyê tevayî: 82 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:58:01
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x