Nijadperestê ku twîtter'ê de dibêje 'geber bibin' ji kar hat durxistin

Li Tirkiyeyê xebatkara şîrketeke taybeta a tenduristiyê di derbarê erdheja li Herêma Kurdistanê de peyameke nijadperestî weşand. Şîrketê piştî bertekên li ser medyaya civakî ew xebatkara ji kar hatiye dûrxistin.

13 Mijdar 2017 - 09:06
13 Mijdar 2017 - 09:06
 0
Nijadperestê ku twîtter'ê de dibêje 'geber bibin' ji kar hat durxistin

Oznur Ilgar, yek ji midurên Şîrketa tenduristiyê ya bi navê Acibadem Holdingê piştî erdheja li parêzgehên Silêmanî û Helebce yên Herêma Kurdistanê li ser hesabê xwe yê Twitterê peyameke nijaperestî weşand û got, \"Jixwe wa ye erdhej rûdaye, em berdin bila geber bibin.\"

Li ser vê peyama nijadperest gelek kesan li ser Twitterê nerazîbûn nîşan da û ji şîrketê daxwaz kir ku wê xebatkara xwe ji kar derxîne.

Şîrketê di derbarê mijarê de daxuyaniyeke niviskî belav kir û got, \"Oznur Ilgar ji ber wê parvekirina xwe bi îdiaya hesabê wê hatiye hackkirin û ev peyam hatiye avêtin, serî li Dozgeriya Komarê daye. Herwisa ji aliyê yekîneyên kontrolkirinê yên saziya me ve jî lêpirsîn hatiye destpêkirin. Heta lêkolînên dozgerî û saziya me temam bibe, xebatkara me ji kar hatiye dûrxistin.\"

Ev nûçe bi tevahî 1427 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 16:55:11