Numan Kurtulmuş: Dengê bombebaran û çekan êdî nayê bihîstin
Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê amaje da: “Tirkiye derbazîaqonaxeke nû bûye. Divê pêvajoya aştiyê bi ser bikeve ji ber ku di dîroka 100 salên borî de 50 salan şer û kuştin li welatê me hatiye kirin.”

Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş doh (În, 17ê Cotmeha 2025ê) li Diyarbekirê ragihand: “Erkê hemî welatî û texên Tirkiyeyê ye ku dadperwerî, aştî û yekîtîyê li vî welatî derbazî qonaxeka nû bikin, herwesa divê Tirkiyeyeka azad û dadperwer bê avakirin.”
Numan Kurtulmuş herwesa got: “Em dê di hundir û derdora xwe de zêdetir aştî û tenahiyê çê bikin. Di demên borî de hêviyek çê bûye û divê em hemî biparêzin, ji ber ku di dîroka 100 salî ya Tirkiyeyê de, 50 sal bi şer û kuştinan ve derbaz bûn û bi hezaran kes hatine kuştin û ji hêla aborî ve, bi bihayê du tirilyon dolaran zirar gihîştiye aboriya welatê me.”
Navbirî amaje jî da: "Em naxwazin careka dî xwîn birije û şer biqewime heya ku em li ser serkeftina tevahiya pêvajoyê bixebitin." Bi dengekê bilind du caran li pey hev tekez jî kir: "Vê carê aştî dê bi ser bikeve, vê carê aştî û biratî dê bi ser bikevin."
Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê herwesa got: “Di hemî civînên ku di demên borî de bi hemî texên civakê re hatine lidarxistin de, hemiyan tekez kir ku divê em zarokên xwe binax nekin, lê çekan binax bikin. Ji ber vê yekê jî, em dê dengê bombebaranan li gund û zozanên vî welatî û vî deverê nebihîzin, belkî dengê biratî û stiranên biratiyê bibihîzin.”
Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş, ku herwesa Serokê Komîsyona Demokrasî, Biratî û Yekîtiya Neteweyî ye, îro (În, 17ê Cotmeha 2025ê) serdana parêzgeha Diyarbekirê kir.
Nûvekirina herî dawî: 13:23:36