Nûnerê Fransayê û ENKS îro dicivin

Îro şandeya ENKSyê li bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê bi nûnerê Fransayê re dicive.

24 Berfanbar 2024 - 08:57
24 Berfanbar 2024 - 08:57
 0
Nûnerê Fransayê û ENKS îro dicivin

Îro şandeya ENKSyê li bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê bi nûnerê Fransayê re dicive.

Hewldanên Amerîka û Fransayê yên ji bo yekrêziya Kurdên Rojavayê Kurdistanê berdewam dikin.

Çavkaniyeke taybet ji ajnasa Rûdawê re ragihand ku "Civîna ENKSyê ya bi nûnerê Fransayê re ji bo berdewamiya hewlên yekrêziya Kurdan e."

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî û ENKS doh li hev civiyabûn.

Hat zanîn ku civîn li Hisîçayê (Hesekê) li baregeheke Amerîkayê hatiye kirin.

 

Ev nûçe bi tevahî 605 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 17:11:48