Nûşîrevan Elçî bertek da operasyonên desteserkirinê

Şêwirmendê Serokê Giştî yê CHPê Nuşîrevan Elçî bertek da operasyonên ku li 21 parêzgehan tên kirin û got "Em dê netirsin, em dê bêdeng nemînin... Em dê bibin şopînerên wê."

25 Avrêl 2023 - 13:12
25 Avrêl 2023 - 13:12
 0
Nûşîrevan Elçî bertek da operasyonên desteserkirinê

Di operasyona ku bi fermana Serdozgeriya Komarê ya Amedê hat destpêkirin de rêveberên HDP, Baro û saziyên civakên sivîl jî di nav de 126 kes hatin desteserkirin.

Amed, Riha, Êlih û Mêrdîn jî di nav de li gelek parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bi ser malan de girtin û di encamê de rojnamevan, siyasetmedar, parêzer û hunermend jî hejmarek kes hatin desteserkirin.

Serşêwirmendê Karûbarên Yasayî û Siyasî yê Serokê Giştî yê CHPê Nuşîrevan Elçî bertek da desteserkirinan.

Elçî li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyaniya Baroya Amedê parve kir û got "Beriya hilbijartinê armanca vê operasyona li dijî parêzer, rojnamevan, hunermendan zelal e. Em dê netirsin, em dê bêdeng nemînin... Em dê bibin şopînerên wê."

Ev nûçe bi tevahî 674 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 10:28:34