Operasyona çiyayê Qereçûx bi serkeftina hêzên pêşmerge bi dawî hat

Operasyona Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û hevpeymanan li Çiyayê Qereçûxê bi serkeftî bi dawî bû, di encam de hejmareke mezin ji çekdarên DAIŞê hatin kuştin û çend pêşmerge î şehîd bûn.

17 Tîrmeh 2018 - 05:10
17 Tîrmeh 2018 - 05:10
 0
Operasyona çiyayê Qereçûx bi serkeftina hêzên pêşmerge bi dawî hat

Li gor zanyariyên BasNewsê di operasyona îro, ya hêzên pêşmergeyên Kurdistanê li ser bargehên DAIŞê hejmareke mezin ji çekdarên wê rêxistinê hatin kuştin,di encama şerûpevçûnan de 5 pêşmerge ku, yek ji wan efser bi pileya neqîb şehîd bûn û hejmareke din jî birîndar bûn.

Îro, bi destpêkirina operasyonê berpirsê mihwerê Guwêr-Mexmûr a Hêzên Pêşmerge, Sîrwan Barzanî ragehand ku, tevgera DAIŞê li navçeyê zor bû û sûd ji valahiya di navbera hêzên pêşmerge û hêzên Iraqê de wergirtibûn, zanyarî li cem me hebû ku, wan xwe li çiyayî Qereçûx veşartine, me êrîşî wan kir.

Operasyona demijmêr 3:15 sibeha îro bi bombebarankirina hêzên hevpeymaniya navnetewî destpêkir piştî bi demjmêrekî hêzên pêşmerge dest bi operasyonê kir û piştî nîvro bi serkeftin bi dawî bû.

Ev nûçe bi tevahî 1799 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 17:20:09