Osman: Ebadî naxwaze beriya hilbijartinan bi Hewlerê dest bi diyalogê bike

Siyasetmedarê kurd Mehmûd Osman dibêje, serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî naxwaze bi Herêma Kurdistanê re dest bi danûstandinan bike û xwe jê didize.

25 Berfanbar 2017 - 05:28
25 Berfanbar 2017 - 05:28
 0
 Osman: Ebadî naxwaze beriya hilbijartinan bi Hewlerê dest bi diyalogê bike

Siyasetmedar Mehmûd Osman ji malpera fermî ya PDKê re gotiye, ev çend roj in serokomarê Iraqê Fuad Mehsûm û cîgirên wî ketine hereketê da ku Hewlêr û Bexdayê li hev bînin û li dora maseyê bicivînin.

Mehmûd Osman her wiha got, lê heta niha serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî tevlî yek ji wan civînan nebûye çimkî ew naxwaze danûstandin bike û xwe jê didize.

Wî siyasetmedarê kurd anî ziman, rast e hewlên serokomar û cîgirên wî girîng in lê biryara dawî di destê Ebadî de ye, Ebadî jî xwe nade ber û got, ew dixwaze vê mijarê bixe xizmeta hilbijartinan û heta piştî hilbijartinan bi Hewlêrê re dest bi diyalogê neke.

Hilbijartinên giştî yên Iraqê meha Gulana sala bê tên kirin.

Ev nûçe bi tevahî 1577 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 12:13:07