Otobusa alîgirên futbolê qeza kir; 4 kes mirin, 22 kes jî birîndar in

Otubuseke alîgirên tîma neteweyî ya futbolê ya Iraqê ku ji bo Kûpaya Kendavê ber bi bajarê Besrayê ve diçû, li parêzgeha Zîqarê rastî bûyereke trafîkê hat û di encam de 4 kesan canê xwe ji dest dan û 22 kes jî birîndar bûn.

16 Çile 2023 - 07:58
16 Çile 2023 - 07:58
 0
Otobusa alîgirên futbolê qeza kir; 4 kes mirin, 22 kes jî birîndar in

Cîgirê Parêzgarê Zîqarê, Feysel El-Şerîfî ji ragihand, “Bi sedema qelibîna otobuseke alîgirên tîma Iraqê ku ji bo lîstika Iraq û Qeterê diçûn Besrayê, ligel kamyonekê de hejmarek kes bûne qurbanî.”

Feysel El-Şerîfî got, bûyera trafîkê li ser rêya Zîqar-Besrayê çê bûye, ku alîgirên tîma Iraqê di rê de bûn ji bo biçin Besrayê.

Berdevkê Wezareta Tendirustiya Iraqê, Seyf El-Bedr jî derbarê bûyerê de ji Rûdawê re ragihand, “di bûyera îro ya li Zîqarê de 4 kesan canên xwe ji dest dane û 22 kes jî birîndar bûne.”

Li bajarê Besrayê yê li başûrê Iraqê 25mîn gera Kûpaya Kendavê bi beşdariya 8 tîmên neteweyî yên welatên erebî yên ser kendavê tê lidarxistin.

Lîstika navbera her du tîmên Iraq û Qeterê, di qonaxa nîvfînala Kûpaya Kendavê de îro demjimêr 16:15 tê sazkirin û tîma serkeftî dê derbasî fînalê bibe.

Ev nûçe bi tevahî 654 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 03:18:32