Otobusa rêwiyan qulibî: Mirî û bi dehan birîndar hene

Otobusa rêwiyan li ser rêya Enqere û Nîgdeyê ji rê derket û li şerempolê qulibî.

3 Gulan 2024 - 06:59
3 Gulan 2024 - 06:59
 0
Otobusa rêwiyan qulibî: Mirî û bi dehan birîndar hene

Otobusa rêwiyan li ser rêya Enqere û Nîgdeyê ji rê derket û li şerempolê qulibî.

Li gorî zanyariyan, di qezayê 2 kesan canê xwe ji dest daye û 34 kes jî birîndar bûne.

Rewşa 6 birîndaran giran e.

Hat zanîn ku qeza li derdora seat 04.00an li herêma Baba Konagiya Aksarayê ya li ser rêya Enqere-Nîgdeyê çêbûye.

Otobusa rêwiyan a bi plakaya 79 AF 880 a ku ji Kilîsê diçû Stenbolê ji kontrola şofêrê xwe derket û wergeriya şerempolê.

Tîmên tenduristiyê birîndarên qezayê veguhastin nexweşxaneyên Kirşehîr û Nîgde û Aksarayê.

Ji bo teşxîskirina nasnameya miriyan xebatan dest pê kiriye herwiha li ser qezayê dest bi lêpirsînê hat kirin.

 

Ev nûçe bi tevahî 931 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 20:07:47