Otomobîla ku parlementerê HDPê tê de bû qeza kir
Otomobîla ku Parlamenterê HDPê yê Çewligê Erdal Aydemîr jî tê de bû qeza kir. Aydemîr di qezayê de birîndar nebû lê 3 rêveberên HDPê bi sivikî birîndar bûn.

Li ser rêya Kanîreş- Çewligê roja Yekşema 19ê Adara 2023an qezayek pêk hat, otomobîla ku Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Çewligê Erdal Aydemîr jî di nav de bû, li navçeya Kanîreş a Çewligê piştî ku tevlî şînekê bûn qeza kir.
3 rêveberên HDPê birîndar bûn
Li gorî nûçeya DHAyê di qezayê de Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Çewligê Erdal Aydemîr birîndar nebû. Hevserokê bajêr ê HDPê Feyzullah Şeyhanoglu, rêveberê rêxistina bajêr Ahmet Dere û endamê Encûmena Giştî ya Çewligê Îmdat Morsûmbûl bi sivikî birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û hêzên ewlehiyê ji bo cihê bûyerê hatin şandin.
Her sê rêveberên HDPê ku birîndar bibûn ji bo Nexweşxaneya Dewletê ya Çewligê hatin şandin û ji aliyê tîmên tenduristiyê ve hatin dermankirin.
Nûvekirina herî dawî: 01:56:27