Otomobîleke Hewlêrê li Silopiyayê qeza kir: 4 kes birîndar bûn

Li navçeya Silopiyayê ya parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê otomobîla welatiyekî ji Başûrê Kurdistanê û barhilgirek li hev qelibîn. Di bûyerê de 4 kesên di otomobîlê de birîndar bûn.

27 Çile 2024 - 04:13
27 Çile 2024 - 04:13
 0
Otomobîleke Hewlêrê li Silopiyayê qeza kir: 4 kes birîndar bûn

Çavkaniyeke taybet ji navçeya Silopiyayê ji ajansa Rûdawê re ragihand ku danê êvarê li ser rêya sereke ya Deriyê Sînorî yê Xabûrê otomobîleke bi plakaya Hewlêrê û barhilgirek li hev qelibîne.

Wê çavkaniyê diyar kir ku di bûyerê de 4 kesên di otomobîlê de birîndar bûne.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiyayê.

Hat ragihandin ku rewşa birîndaran baş e û li nexweşxaneyê birînên wan tên dermankirin.

Ev nûçe bi tevahî 1096 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 06:44:55