PAK: Divê erîşên li ser Başûrê Kurdistanê bêne rawestandin
Dewleta Tirkîyeyê divê bizanibe bi êrîş û qedexeyan û bi dijayetîya Kurdan dê nikaribî tu pirsgirêkan çareser bikî.
16 Hezîran 2020 - 03:22
16 Hezîran 2020 - 03:22
0
Dewleta Tirkîyeyê , bi heceta ku êrîşî PKKyê dike, şeva 14.06.2020an de careke din bi gelek balafiran êrîşî ser axa Başûrê Kurdistanê kir.
Gelek deverên ku sivîl lê bicîhin jî dibin armancên van êrîşan.
Dewleta Tirkîyeyê divê bizanibe bi êrîş û qedexeyan û bi dijayetîya Kurdan dê nikaribî tu pirsgirêkan çareser bikî.
Bi êrîş û şer pirsgirêk aloztir dibin
PKK jî divê dest ji çalakîyên xwe yên çekdarî berde.Şerê çekdarî zerarê digihîne destkeftin û xebata sivîl, sîyasî û demokratîk ya li Bakurê Kurdistanê.
Herweha şerê çekdarî û tevgerên PKKyê yên li Başûrê Kurdistanê zerarê digihîne destkeftîyên gelê me yê Başûrê Kurdistanê jî.Divê PKK rêzê li desthilatdarîya Parlamento û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bigire.
Divê ev êrîş û şer rawestin û bi diyalogê, bi guftûgoyan bi rêyên sîyasî hemû partî û alîyên Bakurê Kurdistanê ji alîyê Dewleta Tirkîyeyê e mixatab bêne girtin. Îro li Bakurê Kurdistanê rêya çareserîya pirsgirêkan rêbazên sîyasî ne, guftûgo ne.
Dewleta Tirkîyeyê divê rêzê li desthilatdarîya Parlamento û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bigire û demildest bila ev êrîş bêne rawestandin.
Netewên Yekbuyî, Hêzên Koalîsyona Navnetewî yên li Iraqê û li Kurdistanê, Hikûmeta Bexdayê û ya Herêma Kurdistanê divê li himberî van êrîşan nerazîbûna xwe dîyar bikin.15.06.2020
Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê
Kaynak:
Nerinaazad
Ev nûçe bi tevahî 976 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 00:23:11
Nûvekirina herî dawî: 00:23:11
Nûçeyên Têkildar
Nûçeyên Navdar
Amerîkayê li ser şerê HSDyê û komên çekdar daxuyanî da
Berfanbar 11, 2024 0
Bube Eser: PSK ya îro û temsîleke Kurdistanî!!!
Îlon 7, 2026 0
PWKyî Ji Ber Çalakîya Roja Alaya Kurdistanê Têne Darizandin
Îlon 12, 2026 0
Şervanekî Kurd hat revandin û serê wî hat jêkirin
Îlon 11, 2026 0
Kongreya Giştî ya Duyemîn a PWKyê Li Amedê Hate Li Dar Xistin
Tebax 31, 2026 0
Nûçeyên Pêşnîyarkirî
Washington 48 balafirên F-35 difiroşe Siûdiyê
Îlon 18, 2026 0
Artêşa Pasdaran: Me li Tengava Hurmizê li tankereke petrolê xist
Îlon 18, 2026 0
Serokwezîrê Îraqê diçe Amerîkayê
Îlon 18, 2026 0
Trump: Ez hêvî dikim ku em ber bi dawiya şer ve diçin
Îlon 17, 2026 0