PAKê Seredana Ahmed Turk Kir

Heyeteke PAKê, roja 06.02.2017an li Qesra Qenco ya mala Ehmed Turk seredana wî kir.

7 Sibat 2017 - 04:14
7 Sibat 2017 - 04:14
 0
PAKê Seredana Ahmed Turk Kir

Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKe Nurullah Tîmûr, endamên Komîteya Bireveberîya Navendî ya PAKê Faîz Eşîn, Kurbettîn Yildiz, Abdurrahman Ecer, Vahit Aba û Serokê Teşkîlata Mêrdîn Bedran Acar û rêveberên Teşkîlata Mêrdîn ya PAKê , di seredana xwe ya Qesra Qenco’ya mala Ahmed Turk de, li ser navê Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelîk û hemû endamên PAKê ,hestên derbasbûyînê pê re parve kirin. Heyeta PAKê, jê bidûrxistina ji Serokatîya Beledîya Mêrdînê û girtina Ahmed Turk wekî neheqîyekê binav kirin û ev neheqîya şermezar kirin.

Ahmed Turk jî spasîya xwe li heyeta PAKê kir û jiber vê seredanê kêfxweşîya xwe anî ziman.

Heyeta PAKê û Ahmed Turk, di derbarê rewşa Kurdistanê, şerê heyî û dîyaloga di navbera Kurdan de bîr û rayên xwe ji hevdu re gotin.

Ev nûçe bi tevahî 1857 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 17:38:54