PAKê li Batmanê ji bo dersa bijarte a kurdî broşur belav kir
Partiya Azadiya Kurdistan (PAK), li Batmanê ji bo dersa bijarte a kurdî broşur belav kir.

PAKê 28ê Çile li kolan û cade û bazarên Batmanê(Êlih) broşur ji bo dersên bijarte belav kir û ji malbatan daxwaz kir ku 10 Sibatê roja dawîye, bi formên dersên bijarte serî li dibistanan bidin û ji bo zarokên xwe,wek mafekî rewa û yasayî, dersa kurdî bibijêrin.
Her wiha hat ragihandin ku li Batmanê gel bi eleqeyeke germ pêşewazîya broşurên PAKê kiriye.
Nûvekirina herî dawî: 12:09:48