Parêzgarê Kerkûkê Dr. Necmedîn Kerîm Koça Dawî Kir, Serê Gelê Kurdistanê Sax Be

Welatperwerê Kurd, xebatkar û kedkarê doza azadîya Kurdistanê, Parêzgarê Kerkûkê Dr. Necmedîn Kerîm, şeva 30.10.2020ê li Emerîkayê ji ber nexweşîya xwe çû ber dilovanîya xwedê.

31 Cotmeh 2020 - 08:36
31 Cotmeh 2020 - 08:36
 0
Parêzgarê Kerkûkê Dr. Necmedîn Kerîm Koça Dawî Kir, Serê Gelê Kurdistanê Sax Be

Dr.Necmedîn Kerîm Parêzgarê Kerkûkê ye ku bi rêya meşrû hatîye hilbijartin. Direferandûma serxwebûnê ya 25.09.2017an de ,li Kerkûkê ji sedan da ,80yî zêdetir ji bo serxwebûnê ‘’belê’’ derketibû û di vê encamê de ked û xebata Dr.Necmedîn Kerîm ya birûmet roleke girîng lehîstîye.

Herçiqas Kerkûk û îradeya gelê Kerkûkê di roja 16.10.2017an cereke din hate dagir kirin jî, Dr.Necmedîn Kerîm nuha jî Parêzgarê Kerkûkê yê meşrû ye.

Dr.Necmedîn Kerîm ji 50 salî zêdetire ku di doza azadîya Kurdistanê de, wek xebatkar, kadro, pêşmerge, rewşenbîr, sîyasetvan û rêvebir xwedîyê ked û xebateke hêja ye.

Em bi wefata welatperwerê Kurd Dr.Necmedîn Kerîm xemgînin.

Xwedê bi rehma xwe şad bike. Cîhê wî biheşt be. Sersaxîyê ji malbat û heval û hogir û hezkirîyên xedê jê razî re dixwazin. Serê gelê Kerkûkê û serê hemû gelê Kurdistanê sax be.

31.10.2020

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Ev nûçe bi tevahî 1083 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 02:37:14