Parlamenterê kurd: Em nahêlin Heşdî Şebî li Kurdistanê bi hêz bibe

Parlamenterê kurd li parlamentoya Iraqê di daxuyaniya xwe ya çapameniyê de ragihand ku ew rê nadin Heşdî Şebî li navçeyên derveyê Herêma Kurdistanê bi hêz bibe.

24 Adar 2017 - 05:24
24 Adar 2017 - 05:24
 0
Parlamenterê kurd: Em nahêlin Heşdî Şebî li Kurdistanê bi hêz bibe

Li gorî nûçeya Basnewsê Parlamenterê Muhsîn Seidûn kurd amaje bi vê yekê kir ku Heşdî Şebî metirsî bo paşeroja Iraqê çêkiriye û ew rê nadin piştî azad kirina Mûsilê ew rêxistin li wî bajarî bimîne.

Herwiha serokê lijneya yasayî li parlamentoya Iraqê Muhsîn Seidûn di axaftina xwe de got: "Em wek kurd bi tu awayekî rê nadin Heşdî Şebî li navçeyên Kurdistanê yên derveyÎ rêveberiya hikûmeta herêma Kurdistanê xwedî hêz be. Niha gelê kurd li hin cîha ku xwe ji bo Heşdî Şebî navê xwe dinivsînin, ev tişte derveyî yasayê ye û li gorÎ rêkeftina di navbera Hewlêr û Bexdayê de nabe tu hêzek bê navçeyên Kurdistanê, ji ber ew navçeyane hîn ji aliyê yasayî û destûrî ve hîn nehatine zelal kirin û cîhê hêzên Iraqê li wan deveran tuneye."

Muhsîn Seidûn di dirêjiya axaftina xwe de got: "Gelek doz li dijî Heşdî Şebî hatine vekirin û ew dozane gihîştine Bexdayê, ku gelek binpê kirin û tewan pêkanîne."

Ev nûçe bi tevahî 1354 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 14:57:23