Parlamentoya Îranê û Qebra Xumênî jî rastî êrişa çekdarî hat
Li nav parlamentoya Îranê kesekî çekdar êrişî nobedarên parlamentoyê kir. Tê gotin nobedarek hatiye kuştin. Piştî parlamentoyê, qebra rêberê berê yê Îranê Rûhullah Xumênî jî rastî êrişa çekdarî hat.
Çend kesan li parlementoya Îranê de teqe li paswanên parlementoyê kir û paswanek hate kuştin û çend paswanên jî birîndar bûn.
Li gor medyayên Îranê, 4 kesan teqe li parlementoya Îranê kir û heta ew êrîşber nehatine girtin.
Hejmarek ji nûnerên parlementoya Îranê ragihandin, paswanek ji ber birînên xwe canê xwe jidesr da û kesên din jî birîndar bûne.
Medyayê Îranê ragihandin jî, teqe li mezargeha Damizrênerê Komara Îslamî ya Îranê Îmam Xumeynî hate kirin û hejmarek kes li wir jî birîndar bûn.
Heta niha 2 êrîşber hatin desteserkirin û yekî din jî xwe teqandiye.
DAİŞ erîşa iranê girt ser xwe.
Nûvekirina herî dawî: 21:37:53