Pasdarên Îranê: Me li Tengava Hurmizê 3 tankerên petrolê kirin hedef

Supaya Pasdaran a Îranê ragihand ku wan li Tengava Hurmizê 3 tankerên petrolê kirine hedef û li Urdinê jî baregeheke Amerîkayê bi mûşekên balîstîk bombebaran kiriye.

29 Tîrmeh 2026 - 10:42
29 Tîrmeh 2026 - 10:42
 0
Pasdarên Îranê: Me li Tengava Hurmizê 3 tankerên petrolê kirin hedef

Li gorî nûçeya Ajansa Tesnîmê ya Îranê, Hêzên Deryayî yên Supaya Pasdaran diyar kiriye ku 3 tankerên petrolê "hişyarî li ber çavan negirtine."

Pasdarên Îranê angaşt kir ku ew tanker di "rêyeke neyasayî û xeternak" re çûne.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku ew tanker hatine hedefgirtin û ew neçar kirine ku rawestin.

Her wiha Îranê hişyarî da Amerîkayê û got ku "desttêwerdanên artêşa Amerîkayê" dê bê bersiv nemînin.

Baregeha Amerîkayê ya li Urdinê hat bombebarankirin

Supaya Pasdarên Îranê her wiha ragihand ku wan li Urdinê baregeheke asmanî ya Amerîkayê û navenda Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) bi gelek mûşekên balîstîk bombebaran kirine.

Medyaya fermî ya Îranê diyar kir ku ev êriş wekî "bersiva çalakiyên artêşa Amerîkayê" hatiye kirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Heta ku gefên li ser Îranê û çalakiyên neyasayî yên Amerîkayê berdewam bikin dê berxwedan jî berdewam bike."

Îranê ji Amerîkayê xwest ku "desttêwerdanên neyasayî" biqedîne.

Amerîkayê mûşek li asman xistin

Artêşa Amerîkayê berê ragihandibû ku wan gelek mûşekên balîstîk ên Îranê li asman xistine.

Amerîkayê ev êriş wekî "hewldaneke êrişê ya pêşbînînekirî" pênase kir.

CENTCOMê navê cihê ku hatiye hedefgirtin eşkere nekir.

Lê medyaya Îsraîlê jî ragihand ku Îranê baregeheke Amerîkayê ya li Urdinê bi mûşekan bombebaran kiriye.

 

Ev nûçe bi tevahî 40 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 23:53:31