PDK: Bêyî me Parêzgarê Neynewayê nayê danîn

Berpirsekî liqê 23 yê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Mexmûrê dibêje, “Ne merc e em parêzgarê Neynewayê deynin, lê bêyî me parêzgar nayê dayîn.”

10 Berfanbar 2023 - 04:59
10 Berfanbar 2023 - 04:59
 0
PDK: Bêyî me Parêzgarê Neynewayê nayê danîn

Berpirsê Beşê Hilbijartinê yê liqê 23 yê PDKê li Mexmûrê Yehya Ebdulkerîm ji K24ê re ragihand; “Em bi aramî û gav bi gav bangeşeya hilbijartinên Encûmena Parêzgeha Neynewayê dikin.”

Ebdulkerîm got: “Li Mexmûrê du neteweyên sereke bi hev re dijîn: Kurd û Ereb. Ereb xwe weke gelê Kurdistanê dizanin, ji ber ku Mexmûr di sala 1966an de bi ser parêzgeha Neynewayê ve ket.”

Got jî: “Di sala 2021ê de, du namzedên me yên Ereb bûn, Kurd û Ereban dengên xwe dabûn wan. Ji bo parlamentoya Iraqê jî namzedên me yên Kurd hebûn, Ereban jî deng dabûn wan.”

Ebdulkerîm amaje bi wê kir: “Em hêvîdar in ku her du netewe jî dengê xwe bidin namzetên me. Namzetên me Kurd û Ereb jî hene û di nav wan jin jî hene.”

Tekez kir jî: “Pêgeha me li Neyewayê heye û hejmara kursiyên me jî baş e. Di sala 2021ê de 9 kursiyên me hebûn. Niha em bawer dikin ku em ê dengên baş û kursiyên baş bi dest bixin.”

Got jî: “Ne merc e em parêzgarê Neynewayê deynin, lê bêyî me parêzgar nayê destnîşankirin, anku PDKê dê bihêz di hikûmeta xwecihî ya Neynewayê de hebe.”

Ebdulkerîm destnîşan kir: “PDKê di şerê li dijî DAIŞê de, parastina van deveran kir, rûmeta PDKê li van deveran parastiye. PDK xizmetên baş pêşkêşî welatiyên van deveran kiriye.”

Ev nûçe bi tevahî 1342 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 15:26:05