PDK pîrozbahiya salvegera damezrandinê li YNKê kir

Îro 47. salvegera damezirandina YNKê ye. Polîtburoya PDKê bi vê helkeftê peyamek arasteyî wê partiyê kir.

1 Hezîran 2022 - 08:03
1 Hezîran 2022 - 08:03
 0
PDK pîrozbahiya salvegera damezrandinê li YNKê kir

Polîtburoya PDKê bi helkefta salvegera damezirandina YNKê peyamek pîrozbahiyê arasteyî serok û endam û alîgirên wê partiyê kir.

Di peyama PDKê de hatiye gotin, ew pîrozbahiyê li serokê YNKê Bafil Talebanî û politburo, encumena serkirdatî, encumena bilind ya siyasî û berjewendiyên YNKê û endam û alîgirên YNKê dikin û hêvîdar in di kar û xebatên xwe de berdewam û serkeftî bin.

Polîtburoya PDKê di peyamê de têkestî li ser hemahengî û dostaniya navbera PDK û YNKê û tevahiya hêz û aliyên siyasî kiriye.

Ev nûçe bi tevahî 868 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 01:44:09