Pentagon: Em ji Îraqê venakişin

Ajansa Reuters ragihand ku Hevpeymanîya tekoşîna li dijî DAİŞê ya ku bi rêvebirîya wê Amerîka dike, nameyek hinartîye ji Wezareta Berevanîya îraqê.

7 Çile 2020 - 05:13
7 Çile 2020 - 05:13
 0
Pentagon: Em ji Îraqê venakişin

Nûçeyê de tê îdia kirin Generalê Amerîkî William Seely ragihandîye jiber ku Îraq welatek serwer e, ew hurmetê didin biryara Parlamena Îraqê ya jibo vekişandina hêzên leşkerî yên Amerîka.

Pirsa nameyê ji Wezîrê Berevanîyê yê Amerîka Mark Esper hat kirin.

"Em ji Îraqê venakişin. Nuqte!" got Esper.

Sererkanê Amerîka General Mark Milley jî daxuyakirin ku zimanê nameyê xirab e û di nameyê de îmzeya fermî tuneye.

Milley da zanîn tu planek wan ya jibo vekişandina Îraqê nîne.

Ev nûçe bi tevahî 1126 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 01:32:08