Pentagon: Serkirdeyekî DAIŞê hat kuştin

Wezareta Berevanî ya Amerîkayê (Pentagon) ragihand, di êrîşeke esmanî de serkirdeyekî DAIŞê li Sûriyê hat kuştin.

12 Tîrmeh 2022 - 11:46
12 Tîrmeh 2022 - 11:46
 0
Pentagon: Serkirdeyekî DAIŞê hat kuştin

Berdevkê Fermandarê Fermandariya li Wezareta Berevanî ya Amerîkayê ji ajansa AFPê re ragihandiye, Serkirdeyê DAIŞê Mahîr 'Ekl ku bi navê Ebû Bera tê nasîn, li Sûriyê bi rêya êrîşeke dronê hat kuştin.

Herwiha eşkere kiriye, Serkirdeyê DAIŞê li nêzîkî navçeya Cindirêsê di dema ajotina motorsîkletê de bi rêya dronê, êrîşî wî hat kirin.

Ev nûçe bi tevahî 753 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 06:37:32