Pêvajoya pêkanîna hukimeta Kurdistanê destpê dike

Umêd Xoşnav Serokê Fraksyona Partî li Parlemana Kurdistanê ji Kurdistan 24 re ragehand, bo pêkanîna hikûmeta Herêma Kurdistanê, Partî li li berçavgirtina aliyan û yekrêziya nava mala Kurdî dike. Lê serkeftiyê yekem ê hilbijartinan ku Partî ye, post a Serokwezîr û Serokê Parleman werdigre. Ew aliyê ku ligel PDK dinav hukimetê de cîh bigre , dikare cîgiriyên wan postan werbigre.

30 Cotmeh 2018 - 02:50
30 Cotmeh 2018 - 02:50
 0
Pêvajoya pêkanîna hukimeta Kurdistanê destpê dike

Herweha got, pêngavên pêkanîna hikûmetê di çend rojên bê de destpê dike û ti xeta sor liser ti aliyekî li cem Partî nîn e.

Di hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê de:

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK): 688070 deng û 45 kûrsî

Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK): 319912 deng û 21 kûrsî

Tevgera Goran (Goran): 186903 deng û 12 kûrsî

Nifşê Nû: 127115 deng û 8 kûrsî

Komal a Islamî ya Kurdistanê (Komal): 109494 deng û 7 kûrsî

Hevpeymaniya Islah: 79434 deng û 5 kûrsî

LîsteyaSerdem : 15581 deng û 1 kûrsî

Azadi: 8063 deng û 1 kûrsî

Bidest xistibûn…

Ev nûçe bi tevahî 1319 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 12:11:44