Pevguhertina dîlan berdewam e: Îsraîlê 30, Hemasê 10 dîl berdan

Di çarçoveya lihevkirinê de, Îsraîlê 30 dîlên ku 15 ji wan jin û 15 jî zarok in serbest berda.

29 Mijdar 2023 - 03:28
29 Mijdar 2023 - 03:28
 0
Pevguhertina dîlan berdewam e: Îsraîlê 30, Hemasê 10 dîl berdan

Herwiha Hemasê jî 10 dîlên Îsraîlî yên li Xezeyê radestî rayedrên Komîteya Xaça Sor a Navneteweyî kir.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Qeterê Macîd Ensarî têkildarî pevguhertina dîlan a di navbera Hemas û Îsraîlê de, li ser hesabê xwe yê Xê daxuyanî da.

Macîd Ensarî di daxuyaniya xwe de diyar kir ku 10 dîlên Îsraîlî radestî Xaça Sor a Navneteweyî hatine kirin.

Li aliyê din artêşa Îsraîlê jî agahiyan pişt rast kir ku 10 Îsraîlî û 2 rehîneyên biyanî radestî Komîteya Xaça Sor hatine kirin.

Rayedarên Xaça Sor jî di daxuyaniya xwe de diyar kir ku 12 dîl birine Misirê û ji wir jî ber bi Îsraîlê ve hatine şandin.

Peymana pevguhertina dîlan

Artêşa Îsraîlê 21ê Çiriya Paşînê, rêkeftina pevguhertina dîlan a bi Hemasê re qebûl kir.

Di berdêla berdana 150 girtiyên Filistînî ku di nava wan de zarok û jin hene, dê 50 dîlên Îsraîlî bêne berdan û li ser vê peymanê 4 roj agirbest hatibû ragihandin.

Agirbest, 24ê Çiriya Paşîn, li gorî saeta Kurdistanê, di demjimêr 08:00an de dest pê kir.

Qeterê ragihand ku li Xezeyê "navberdayina mirovî" ya ku beriya niha di navbera Hemas û Îsraîlê de çêbûbû, 2 rojên din hat dirêjkirin.

Ev nûçe bi tevahî 1214 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 20:32:29