Peyama Serok Barzanî ya ji bo salvegera Komkujiya Kurdên Feylî

Serok Mesûd Barzanî di salvegera Komkujiya Kurdên Feylî de ragihand, "Kurdên Feylî ji ber Kurdbûna xwe rûbirûyî çewisandin û komkujiyê bûn."

4 Avrêl 2026 - 10:56
4 Avrêl 2026 - 10:56
 0
Peyama Serok Barzanî ya ji bo salvegera Komkujiya Kurdên Feylî

Serok Mesûd Barzanî di 46emîn salvegera Komkujiya Kurdên Feylî de peyamek belav kir.

Serok Barzanî ev roj wekî "rojeke biêş" a di "salnameya gelê Kurdistanê" de bi nav kir û di peyama xwe de bal kişand ser zilmê û anî ziman:

"Kurdên Feylî di bin desthilata şûm a rejîma berê ya Îraqê de êş û derbederiyeke zêde dîtine û ti mafên ji bo wan rewa nehatine dîtin.

Şehîdkirina bi hezaran ciwanan, standina nasnameyê û derkirina bi dehan hezar malbatên Kurdên Feylî beşek ji wan plan û wê siyaseta dijmirovî bû ku li dijî gelê Kurdistanê bi awayekî birêkxistî û bi berdewamî ji aliyê rejîma berê ya Îraqê ve dihate kirin."

Serok Barzanî di dawiya peyama xwe de tekez kir ku divê Kurdên Feylî werin tazmînkirin û wiha got:

"Erkê ser milê dewleta Îraqê ye ku êş û azarên xwişk û birayên me yên Kurdên Feylî bike tazmîn bike."

 

Ev nûçe bi tevahî 28 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 11:58:58