Piştî 8 mehên Rêya M4 hate vekirin

Piştî 8 mehên M4 hate vekrinK24- HewlêrPiştî 8 mehên ji daxistinê, evro rêya M4 Di navbera Tiltemir û Eyin Îsayê de hate vekrin.

25 Gulan 2020 - 08:46
25 Gulan 2020 - 08:46
 0
Piştî 8 mehên Rêya M4 hate vekirin

Piştî ku rêya M4 a navdewletî bo dema 8 mehan di navbera navçeyên Tiltemir û Eyin Îsayê de ji alîyê opozsyona Sûriyê ve hatibûkontrolkirin; evro bi li hevkirineke Rûsî û Tirkî hate vekrin.

Li gor peyamnêrê Kurdistan 24  bo yekem car û piştî 8  mehên ji girtina wê rêyê, otombîlên sivîlan dikarin di wê rêyê de  derbaz bibin; lê xelik ji hatnûçuna xwe di wê rêyê de hêj ne ewle ne.   li ser rê  otombîlên serbazîyên Rûsî di navbera  Tiltemir û Eyin Îsayê de belave bûne û çendîn baregehên hêzên Emerîkî û Tirkî jî hene lewma xelik ji ayînde ya rê biguman in.

Ev nûçe bi tevahî 1149 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 16:56:04