Plana Trump a ji bo Xezeyê çi ye?
Qesra Spî plana Serokê Amerîkayê Donald Trump a ji bo bidawîkirina şerê li Xezeyê eşkere kir.

Li gorî planê, Xeze dê bibe herêmeke "bê teror da ku gefê li cîranên xwe neke" û ji bo berjewendiya xelkê xwe yê ku êşên mezin kişandine, ji nû ve were avakirin.
Li gorî planê, eger her du alî pêşniyarê qebûl bikin, şer dê yekser bi dawî bibe.
Naveroka plana Amerîkayê ya ji bo bidawîkirina şerê Xezeyê wisa ye:
Xezeyeke Bê Teror: Xeze dê bibe herêmeke bê teror ku gefê li cîranên xwe neke.
Avedankirin: Xeze dê ji bo berjewendiya xelkê xwe yê ku gelek êş kişandiye, ji nû ve were avakirin.
Rawestandina Şer: Eger her du alî li ser vê pêşniyarê li hev bikin, şer dê yekser bi dawî bibe. Hêzên Îsraîlê dê ji bo amadehiya azadkirina dîlan vekişin xetên li ser lihevkirî. Di vê demê de, dê hemû operasyonên leşkerî, di nav de bombebaranên asmanî û topbaran, werin rawestandin û eniyên şer dê bên cemidandin heta ku mercên ji bo vekişîna tam û qonaxî werin cîbicîkirin.
Vegerandina Dîlan: Di nava 72 saetan de piştî erêkirina giştî ya Îsraîlê ya li ser vê peymanê, dê hemû dîl, çi zindî çi mirî, werin vegerandin.
Azadkirina Girtiyan: Piştî azadkirina hemû dîlan, Îsraîl dê 250 girtiyên cezayên îdamê xwarine û 1,700 xelkê Xezeyê yên ku piştî 7ê Çiriya Pêşîn a 2023yan hatine girtin, di nav de hemû jin û zarokên girtî, azad bike. Li hemberî her dîlekî Îsraîlî yê ku termê wê tê vegerandin, Îsraîl dê termê 15 xelkê Xezeyê yê miriye teslîm bike.
Efûya ji bo Endamên Hemasê: Piştî vegerandina hemû dîlan, ew endamên Hemasê yên ku pêbendî pêkvejiyana aştiyane bibin û çekên xwe deynin, dê efûyeke giştî li wan were birîn. Ew endamên Hemasê yên ku bixwazin ji Xezeyê derkevin, dê rêyeke ewle ji wan re ber bi welatên ku wan qebûl dikin were dabînkirin.
Alîkariya Mirovî: Bi erêkirina vê peymanê re, dê alîkariya tam yekser ji bo Kerta Xezeyê were şandin. Herî kêm, dê mîqdara alîkariyê wekî di peymana 19ê Kanûna Paşîn a 2025an a derbarê alîkariya mirovî de hatiye be; di nav de nûjenkirina binesaziyê (av, kareba, kanalîzasyon), nûjenkirina nexweşxane û firnan û anîna amûrên pêwîst ji bo rakirina bermahiyan û vekirina rêyan.
Mekanîzmaya Alîkariyê: Anîna kelûpel û alîkariyê ji bo Kerta Xezeyê, bêyî destwerdana her du aliyan, dê bi rêya Neteweyên Yekbûyî, Heyva Sor a Erebî û saziyên din ên navneteweyî yên bêalî were birêvebirin. Vekirina Deriyê Refahê di her du aliyan de dê li gorî heman mekanîzmaya Peymana 19ê Kanûna Paşîn a 2025an be.
Birêveberiya Demkî: Xeze dê di bin birêveberiyeke demkî ya teknokrat û ne-siyasî ya Filistînî de be ku dê berpirsiyar be ji birêvebirina rojane ya xizmetên giştî û şaredariyan. Ev komîte dê ji Filistîniyên jêhatî û pisporên navneteweyî pêk were û di bin çavdêriya saziyeke nû ya navneteweyî ya bi navê "Encumena Aştiyê" de be ku Serokê Amerîkayê Donald J. Trump dê serokatiya wê bike. Ev sazî dê çarçoveya darayî ya ji bo avedankirina Xezeyê birêve bibe, heta ku Desthilata Filistînê bernameya xwe ya reforman temam bike û karibe bi awayekî ewle û bibandor kontrola Xezeyê wergire.
Plana Pêşketina Aborî: Planeke geşepêdana aborî ya Trump dê ji bo avedankirin û bipêşxistina Xezeyê were amadekirin. Ji bo vê yekê dê komîteyeke pisporan a ku di avakirina hin bajarên herî pêşketî yên Rojhilata Navîn de alîkar bûne, were avakirin.
Herêma Aborî ya Taybet: Dê herêmeke aborî ya taybet bi gumruk û rêjeyên gihîştinê yên guncav ku dê bi welatên beşdar re li ser were gotûbêjkirin, were damezrandin.
Koçberî: Ti kes neçar namîne ku Xezeyê biterikîne. Yên ku bixwazin biçin, dê azad bin û her wiha dê azad bin ku vegerin. Xelk dê were teşwîqkirin ku bimîne û derfeta avakirina Xezeyeke baştir dê ji wan re were dayîn.
Rola Hemasê û Bêçekkirin: Hemas û aliyên din dê bipejirînin ku ti roleke wan di birêvebirina Xezeyê de nemîne. Hemû binesaziya leşkerî, terorîst û êrişkar, di nav de tûnel û cihên çêkirina çekan, dê werin wêrankirin û ji nû ve neyên avakirin. Dê proseyeke bêçekkirina Xezeyê di bin çavdêriya serbixwe de dest pê bike. Xezeya nû dê bi tevahî pabendî avakirina aboriyeke geş û pêkvejiyana aştiyane ya bi cîranên xwe re be.
Garantorên Herêmê: Aliyên herêmî dê garantiyê bidin da ku Hemas û aliyên din pabendî erkên xwe bibin û Xezeya nû ti gefê li cîranên xwe an jî xelkê xwe neke.
Hêza Ewlehiyê ya Navneteweyî: Amerîka dê bi hevkarên xwe yên Ereb û navneteweyî re bixebite ji bo avakirina Hêzeke Demkî ya Aramiyê ya Navneteweyî (ISF) ku yekser li Xezeyê were bicihkirin. Ev hêz dê polîsên Filistînî perwerde bike û bi Urdun û Misirê re bişêwire. Her wiha dê bi Îsraîl û Misirê re ji bo parastina herêmên sînorî bixebite.
Vekişîna Îsraîlê: Îsraîl dê Xezeyê dagir neke û bi xwe ve girênede. Bi damezrandina kontrol û aramiyê ji aliyê ISFê ve, Hêzên Parastinê yên Îsraîlê (IDF) dê li gorî pîvan, qonax û demên li ser lihevkirî vekişin. Armanc ew e ku Xezeyeke ewle were avakirin ku êdî gefê li Îsraîl, Misir an jî welatiyên xwe neke. Di pratîkê de, IDF dê bi awayekî qonaxî axa ku dagir kiriye radestî ISFê bike, heta ku bi tevahî ji Xezeyê vekişe, ji bilî hêzeke parastina ewlehiyê ku dê bimîne heta Xeze bi temamî ji her gefeke terorîstî were parastin.
Rewşa Redkirinê: Di rewşa ku Hemas vê pêşniyarê bi paş bixe an jî red bike, xalên ku li jor hatine behskirin, di nav de operasyona alîkariya berfireh, dê li wan herêmên ku ji terorê hatine paqijkirin û ji aliyê IDFê ve radestî ISFê hatine kirin, werin cîbicîkirin.
Diyaloga Nav-olan: Dê pêvajoyeke diyaloga nav-olan li ser bingeha nirxên lêborîn û pêkvejiyana aştiyane were damezrandin, da ku hewl were dayîn hişmendî û vegotinên Filistînî û Îsraîlî werin guhertin û bal were kişandin ser berjewendiyên ku ji aştiyê tên.
Atmosfera Siyasî: Her ku avedankirina Xezeyê bi pêş dikeve û bernameya reformê ya Desthilata Filistînê bi dilsozî tê cîbicîkirin, dibe ku rewş bi tevahî guncav bibe ji bo rêyeke pêbawer a ber bi çarenivîsa Filistînê û dewletbûnê v, ku wekî daxwaza gelê Filistînê tê naskirin.
Diyaloga Amerîkayê: Amerîka dê diyalogekê di navbera Îsraîl û Filistîniyan de damezirîne da ku li ser asoyeke siyasî ya ji bo pêkvejiyaneke aştiyane û geş li hev bikin.
Nûvekirina herî dawî: 01:16:51