PSK: Em piştrast in Babeşêxê nu destnişankirî jî di xizmeta gelê xwe da be

Meclîsa Ruhaniya Êzidî Şêx Elî Elyas Hecî Nasirê wekî Babeşêx li şuna Babêşexê
kirasguhartî Xertu Hecî Îsmaîl destnişan kir û Şêx Elî Elyas paş merasîmek dest bi cî be cî
kirina erkê xwe kir.
Bê guman karên gelek pîroz û girîng li benda Babeşêx Şêx Elî Elyasê ne.
Lê em piştrast in, ku Babaşêx Şêx Elî Elyas wekî babeşexê berê xizmet bo pêkvejiyan li
Kurdistana Başurê û bi dest xistina mafên reva yên birayên me Êzdî bike.
Em pîrozbayiya xwe pêşkeşê Babeşêx Şex Elî Elyas dikin û serketina wî dixwazin û carekî
dinê radigihînin, ku partiya me bê qeyd û şert piştgiriya xebat û hewla bîrayên xwe Êzdî bike
bo bi dest xistina mafên xwe yên dagirkirî.
21ê Sermawez 2020
Mesud Tek
Serokê Giştî a
Partiya Sosyalîst a Kurdistan
Nûvekirina herî dawî: 01:39:49