Pêşmerge li Şingalê rastî êrişê hat: 3 birîndar

Li gorî zanyariyên berdest li navenda bajarê Şingalê çend kesên nenaskirî teqe li otomobîleke hêzên Pêşmerge kirin û di encamê de 3 Pêşmerge birîndar bûn.

23 Adar 2017 - 03:53
23 Adar 2017 - 03:53
 0
Pêşmerge li Şingalê rastî êrişê hat: 3 birîndar


Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê li navçeya Şingalê rastî êrişeke çekdarî hatin. Çend kesên nenaskirî li nêzîkî Bazara Şingalê gule berdane wesayîta hêzên Pêşmerge.

Li gorî agahiyan di encama gulebarankirinê de 3 Pêşmerge yên bi navê Xewas Ehmed Mêrgetî, Hûşyar Seîd Bergare û Şivan Ehmed birîndar bûn. Fermandeyê Lîwaya Taybet a 2 ya Hêza Pêşmerge, Lîwa Hekar Amêdî ragihand ku ew pêşmergeyên ku di bûyerê de birîndar bûne ser bi hêza me bûn û rewşa tendirustiya wan niha baş e.

Fermandarê Pêşmerge di berdewamiya axaftina xwe de got: "Ew pêşmergeyên birîndar nizanin kê teqe li wan kiriye û guman li ser tu kesî jî nîne, lê belê lêkolîn li ser bûyerê berdewam e."

Ev nûçe bi tevahî 1677 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 18:46:21