Pêşmergeyê şoreşê piştî 42 salan li Kurdistanê ye

Pêşmergeyê bi navê Xelîl Ehmed ji zilma Sedam Husên reviyabû û li welatê Sûdanê niştecih bûbû. Piştî 42 salan ew pêşmerge vegeriya Başûrê Kurdistanê.

20 Avrêl 2017 - 11:00
20 Avrêl 2017 - 11:00
 0
Pêşmergeyê şoreşê piştî 42 salan li Kurdistanê ye

Pêşmergeyê Şoreşa Îlonê Xelîl Ehmed ji Rûdawê re axivî û got: “Ez nikarim hestên xwe bînim ziman. Weke ez ji nû ve hatime dinyayê.”

Xelîl bi malbata xwe ya ku li Sûdanê bûn vegeriya Başûrê Kurdistanê û diyar dike ku naxwaze êdî li xerîbiyê be û dibêje ku ew dê venegere Sûdanê.

Sebîha Şukir ku hevjîna ewil a Xelîl e û bûye 42 sal jê dûr e, dibêje: “Ew bavê zarokên min e. Dixwazî bila 50 sal, 100 sal be, ezê dîsa rêzê li ber wî bigrim.”

Rim Muhemed ku hevjîna duyem a Xelîl e diyar dike: “Demas em vegeriyan welatê xwe, bi şahî em pêşwazî kirin. Ji ber vê ez bextewar im. Min ji Kurdistanê gelek hez kir. Eslê min kurd e, lê cara yekem e ku Kurdistanê dibînim.”

Di sala 1975an de ji welêt derket

Xelîl Ehmed ji pêşmergeyên Şoreşa Îlonê ye. Piştî şoreşê, Xelîl li Bexdayê hatiye desteserkirin û cezaya dardekirinê dane wî.

Piştî demekê Xelîl serbest hatiye berdan. Xelîl di sala 1975an de hevjîna xwe ya ducanî û 2 zarokên xwe hiştine û çûye Sûriyê û ji wir jî xwe spartiye Libnanê.

Piştî Libnanê jî çûye Sûdanê û li gundekî wî welatî niştecih bûye. Xelîl li wir jî zewiciye û 4 zarokên wî çêbûne.

Demeke dirêj di derbarê hevjîn û zarokên xwe de bêagah maye û di van demên dawîn de bi malbata xwe ya li Kerkûkê ketiye têkiliyê.

Gandî ku kurê Xelîl e û gava Xelîl ji Başûrê Kurdistanê derketibû, ew jî di rehma diya xwe de 5 mehî bû, piştî ku Xelîl bi wan re kete têkiliyê, ji Kerkûkê rabû û çû bajarê Xertûm a Sûdanê. Tîma Rûdawê jî bi Gandî re çûbû Xertûmê û bûbû şahidê gihiştina wan.

Gandî gotibû: “Ez bi awayekî sêwî hatim dinyayê. Lê niha ez gihiştim bavê xwe û niha ez weke ku ji nû ve hatime dinyayê.”

Xelîl Ehmed li Xertûmê diyar kiribû: “Welat dayîka mirov e. Kurdistan jî dayîka min e. Kes tine ye ku ji dê û bavê xwe hez neke. Zarokên min ên vê derê Kurdistan nedîtine. Tenê ji bo rojekê be jî, ez hêvî dikim vegerim Kurdistanê.”

Ev nûçe bi tevahî 1526 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 07:31:51