PWK: Em êrîşên Rêvebirîya Şamê yên li ser taxên kurdan ên li Helebê şermezar dikin

Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK), bi daxuyaniyekê êrîşên hêzên Hikûmeta Sûriyeyê yên li ser taxên kurdan ên Helebê bi tundî şermezar kir. PWKê ev êrîş wekî nişana hişmendiya şowenî ya li dijî gelê kurd pênase kir.

7 Çile 2026 - 16:54
7 Çile 2026 - 16:54
 0
PWK: Em êrîşên Rêvebirîya Şamê yên li ser taxên kurdan ên li Helebê şermezar dikin

Daxuyaniya PWKê wiha ye:

Hêzên leşkerî yên girêdayî Hikûmeta Sûriyeyê du roj in bêyî ku cudahiyê bixin navbera sivîl û leşkeran li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê ku piranîya wan kurd in bêyî ku cudahiyê bixin navbera sivîl û leşkeran topbaran dikin, hêzên HSDyê jî bersiva wan didin.

Di van êrîşên hêzên girêdayî Hikûmeta Sûrîyeyê de hinek kuştî û birîndar hene.

Desteya Operasyonan a Artêşa Erebî ya Sûriyeyê ragihand ku ji niha û pê ve hemû wargehên leşkerî yên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê, wekî ‘hedefên leşkerî yên rewa’ tên dîtin û dê bên armanckirin.

Êrîşên komên çekdar yên girêdayî Hikûmeta Sûriyeyê û Artêşa Sûrîyêyê yên li ser taxên kurdan ên Helebê, nişana siyaset, hişmendî û helwesta Rêvebirîya Şamê ya li dijî gelê kurd e. Rêvbirîya Şamê bi hişmendîya şowenî ya Erebî tevdigere.

Em van êrîşên komên çekdar yên girêdayî Hikûmeta Şamê û Artêşa Sûrîyêyê yên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê ku piranîya wan kurd in şermezar diki.

Em bangî Hevpeymanîya Navdewletî dikin da ku demildest rê li ber  van êrîşên Rêvebirîya Şamê bigrin.

Hemû kurdên li her çar parçeyên Kurdistanê û dîasporayê divê van êrîşên Hikûmeta Şamê yên li ser taxên kurdan ên li Helebê bi helwesteke yekgirtî şermezar bikin, divê li doza gelê me yê Rojavayê Kurdistanê xwedî derkevin, piştgirîya wan bigrin.

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

 

Ev nûçe bi tevahî 81 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 18:31:27