PYD, 6 gundên Efrînê radestî rejîma Esed dike

Partiya Yekîtiya Demokratîk(PYD) bi alîkariya Ceyş Sûwar ku beşeke ji Hêzên Sûriya ya Demokratîk(HSD) 6 gundên din li nêzîkî Efrînê bi serperiştiya Rûsiyayê, radestî Rêjîma Sûriyê kirin .

16 Avrêl 2017 - 05:46
16 Avrêl 2017 - 05:46
 0
PYD, 6 gundên Efrînê radestî rejîma Esed dike

Li gor Çavkaniyek navxweyî ji malpera Yekîtî Media re ragihand ku, roja 10.04.2017 Partiya Yekîtiya Demokratîk(PYD) bialîkariya Ceyş Sûwar ku beşeke ji Hêzên Sûriya ya Demokratîk(HSD) 6 gundên din li nêzîkî Efrînê bi serperiştiya Rûsiyayê, radestî Rêjîma Sûriyê kirin .

Heman çavkaniyê da zanîn ew 6 gundên hatîne radestkirin bo rejîma Sûriyê Kebaşîn, Burc Heyder, Faferîn, Zof Elkebîr, Burc Qas, Başimre.

Berî niha jî Hêzên Sûriyê yên Demokratîk(HSD) bajarê Minbicê ku, di operasyona wê de bi sedan ciwanên Kurd hatibûne kuştin radestî rejîma Sûriyê kiribû.

Ev nûçe bi tevahî 1779 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 08:28:25