PYD: Avakirina herêmên bi ewle tawana dabeşkirina mezhebî ya Sûriyê ye

Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) avakirina ‘herêmên ewle’ li Sûriyê wekî pêngaveke dabeşkirina Sûriyê bi nav kir.

6 Gulan 2017 - 03:31
6 Gulan 2017 - 03:31
 0
PYD: Avakirina herêmên bi ewle tawana dabeşkirina mezhebî ya Sûriyê ye

Berdevkê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Îbrahîm Îbrahîm ji ajansa Reutersê re ragihand, PYD plana Rûsya ya ji bo avakirina herêmên bi ewle li nav xaka Sûriyê red dike û wek tawaneke ji bo dabeşkirina mezhebî ya Sûriyê dinirxîne.

Îbrahîm Îbrahîm got: "Pêşniyara Rûsyayê dibe sedema gefan bo ser wan deverên ku li Bakurê Sûriyê di bin kontrola hêzên kurdî de ne."

Îbrahîm diyar kir, ‘Pêşniyara Rûsyayê gef e ji bo herêma Rojava (Bakurê Sûriyê) ku di bin kontrola Kurdan de ye.'

Ev nûçe bi tevahî 1532 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 17:27:11