QSDê bajarokek stratejîk rizgar kir

Bajaroka Kerema a stratejîk a nêzî Reqayê ji aliyê şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk(QSD)ve hate rizgarkirin.

25 Adar 2017 - 11:12
25 Adar 2017 - 11:12
 0
QSDê bajarokek stratejîk rizgar kir

Li gorî agahiyên ku ji rayedarên QSDê hatine bidestxistin operasyona rizgarkirina Reqayê ya ji DAIŞê bi awayekî serkeftî pêşve diçe. Ji aliyê din duh bajaroka Kerema a stratejîk jî hate rizgarkirin. Bajaroka Kerema bi qasî 20 kîlometre li rojhilatê Reqayê dikeve.

Fermandarek QSDê Nasir Hec Mensûr derbarê rewşa dawî a operasyonê de hin agahî da Sputnikê û got: " Operasyon bi awayekî baş pêşve diçe. Me bajaroka Kerema jî rizgar kir. Li hin aliyan jî em tenê bi qasî 10 kîlometreyan dûrî Reqayê ne."

Bajaroka Kerema di sala 2014an de ketibû destê DAIŞê û wekî navendeke perwerdehiyê a DAIŞê bû.

Ev nûçe bi tevahî 1942 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 08:41:44