QSD, Tebqayê bi temamî ji DAIŞê paqij kir

Hat ragihandin şervanên HSDê, di çarçoveya pêngava rizgarkirina Tebqayê de, ku ji 21ê Adarê û vir ve dimeşînin, navenda bajarê Tebqayê bi temamî ji DAIŞê paqij kir.

2 Gulan 2017 - 06:12
2 Gulan 2017 - 06:12
 0
QSD, Tebqayê bi temamî ji DAIŞê paqij kir

ANFê nûçeyê weşand û di nûçeya xwe de dibêje:"Li çend cihên dora Bendava Tebqayê jî, operasyona şervanan a li dijî terorîstan dewam dike." Tê gotin, şerê li dora bendavê dewam dike. Di operasyonê de, ku roja 21ê Adara 2017'an dest pê kir, piştî ku gelek gund û balafirgeha leşkerî ji DAIŞê hatin paqijkirin, Hêzên Sûriyeya Demokratîk, temamê bajêr xist bin kontrola xwe.

Di operasyonê de bi hezaran sivîl hatin rizgarkirin û li herêmên ewle hatin bicihkirin.

Ev nûçe bi tevahî 1668 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 11:25:53