Îranê biryara vekirina her du deriyên sînorî da

Wezîrê Navxweyî yê Îranê Ebdulreza Fezlî ragihand ku dê îro Yekşemê deriyên sînorî yên Hacî Omran û Perwêzxan werin vekirin.

17 Berfanbar 2017 - 09:50
17 Berfanbar 2017 - 09:50
 0
Îranê biryara vekirina her du deriyên sînorî da

Ebdulreza Fezlî di civîna mehane ya Jûra Bazirganên Îranê de da xuyakirin, biryara vekirina deriyên sînorî yên Hacî Omran û Perwêzxanê hatiye dayîn û biryar îro tê bicihanîn.

Îranê piştî referandûma serxwebûnê ya Herêma Kurdistanê ku 25ê Îlona 2017an encam dabû, bertek nîşan dabû û sê deriyên hevsînorê Herêma Kurdistanê yên; Başmax, Perwêzxan û Hacî Omranê girtibûn.

Ligel ku piştî 10 rojan deriyê Başmaxê hatibû vekirin jî hîn deriyên Perwêzxan û Hacî Omranê nehatibûn vekirin.

Ev nûçe bi tevahî 1814 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 19:04:56